• DOLAR 32.51
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.749
  • ...
HUDA PAR kesên ku teşebusa derbeyê de birîndar bûbûn ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Saziya Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Reşat Uşar, Serokê Navçeya Altindagê Suleyman Bîrge kesên ku di teşebusa derbeyê ya şeva Îna 15ê Tîrmehê birîndar bûbûn ziyaret kir û rewşa wan pirsîn.

Serokê Saziya Bajarê Enqerê Uşar piştî ku ji nexweşxanê derket daxuyanî da. Uşar di daxuyaniyê de diyar kir ku wek partî ew hêvîdar in birîndar demildest baş bibin.

 “Teyare ji mesafeya nêzîk gule reşand me”

Murat Taşdemîrê ku wê şevê dest û lingên xwe birîndar bûbû wiha qala bûyerê kir: “Ez li Golbaşi dijîm. Wê şevê me bihîst ku li Golbaşî dengê teqînan tê. Li ser vê yekê me televîzîyonên xwe vekir. Piştî ku me vekir me dît ku teşebusa derbeyê heye. Dûvre me xwe avêt derve. Dema ku me bihîst li ber Kuliyeya Beştepeyê şer heye me berê xwe da wir. Li Kuliyê 3 wesayîtên bi zirx hebûn. Me van wesayîtan dorpêç kir. Dûvre teyare ji mesafeya nêzîk gule li ser me reşand.”

Birîndarê 60 salî Haci Hasan Ocak pesna HUDA PARê da. Dema ku Ocak lijneya HUDA PARê dît ji ber ku pir kêfxweş bû hewl da ku rabe ser piyên xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu kes wekê min ji we hez nake.” Ocakê ku ehlê Trabzonê bû diyar kir ku HUDA PARê ji nêzîk ve dişopîne.

Her wiha Ocak dest nîşan kir ku umrê wî bi xizmeta ji bo zarokên wî desrbas bûye. Dûvre Ocak wiha pê de çû: “Lawê min jî birîndar bû. Lê ji ber ku bi şiklekî sivik birîndar bûbû tabûrcî bû. Lawê min ji mekteba wan mezûn bû. Lê hemd ji Xweda re ku em ji wan xilas bûn. Divê ku em xwerexne bikin.”

 “We teşabusa derbeyê ji hev belav kir”

Uşar anî bibîranîn ku ji 15ê Tîrmehê ta teşebusa derbeyê pê ve wek partî ew bi endamên xwe ve her tim li qad û meydanan bûne. Her wiha Uşar diyar kir ku gelek endamên wan jî birîndar bûne. Dûvre Uşar wiha li axavtina xwe kir: “Heke gel û we beriya vê teşebusa dereyê negirtibûna îro welatê me dê di rewşekî din de bûbûya. Xweda carek din rojên wiha nede nîşanê me.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir