Xortên ku li dijî darbê bûn ji teref polêsan ve hatin darpkirin
Xelkê Wanê ji bo ku teşebûsa darbê protesto bike xwe berda kolan û meydanan.3 xortên ku ji protestoya teşebûsa darbê vedigeriyan mala xwe ji teref polêsan ve bi hinceta 'Şewitandina alê' hatin darpkirin.
Xelkê Wanê ji bo ku teşebûsa darbê protesto bike di 17ê Tîrmehê de xwe berda kolan û meydanan.3 xortên ku di derdora seat 01.00an de ji protestoya teşebûsa darbê vedigeriyan mala xwe ji teref polêsan ve hatin darpkirin.
3 xortên bi navê Yakup Şengul, Selamî Gulaçar û Vahap Erors ên ku ji teref polêsan ve hatin darpkirin diyar kirin dema ku ew di 17ê Tîrmehê de ji protestoya teşebûsa darbê vedigeriyan mala xwe ji teref polêsan ve bi hinceta ‘Şewitandina alê’ hatin darpkirin û haqaret li wan hat kirin.
Xortên ku hatin darpkirin îddîayên ‘We bayrak şewitand’ derawandin û diyarkirin polêsan bi hinceta ‘bayrakê’ xwestine wan bitirsînin.
“Gotin we bayrak şewitand û darp kirin”
Kesê bi navê Selamî Gulaçar ê ku ji teref polêsan ve bi hinceta şewitandina bayrakê hatibû darpkirin ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir “Di mîtînga ku li dijî darbê hat tertîpkirin de em heta şeveqê man.Di duyemîn roja mîtîngê de ez û hevalên min di seat 01.00an de qerar da ku em vegerin malên xwe. Dema ku em 3 heval vedigeriyan malên xwe komek polês derketin pêşîya me.Polêsan bi hinceta ‘we bayrak şewitandiye’ me darp kirin.”
“Heqaretên giran li me kirin”
Gulaçar di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Gelek heqaretên giran li me hatin kirin û me darp kirin.Polês piştî ku fêm kirin em bêsûc in me serbest berdan.Em di derheqê wan polêsan de gilîdar bûn.Em dixwazin di derheqê wan polêsan de tiştê pêwîst bê kirin.”