• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Zavayê 70 salî 3 kesan kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zavayê 70 salî yê bi navê Mehmet Altundere li navçeya Stewra Mêrdînê di Gundê Aynûnê de di ser mala xezûrê xwe girt. Di encama vî serdegirtinê de Altundere xezûr, xwesû û dişa xwe kuşt.

Bûyer li Gundê Aynûnê ya girêdayê navçeya Stewra Mêrdînê qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin de jina Altundereyê ya 40 salî dixeyîde û diçe mala bavê xwe. Altundereyê ku li navçeya Bismîla Diyarbekirê dijî ji bo ku jina xwe bîne malê çû mala xezûrê xwe.

Piştî ku di nabeyna wan de gengeşe derket Altundere xezûr, xwesû û dişa xwe ya xwendekerê zanîngehê da ber guleyan. Piştî ku cîranan xeber da tîmên tendirustiyê ambulans hat û xezûr, xwesû û dişe rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Stewrê. Di nexweşxaneyê d idi gel hemî midaxaleyan her 3 kes jî jiyana xwe ji dest dan.

Altundereyê ku dînûharî bû 3 kesan kuşt piştî ku wesayîta xwe li Gundê Dêrîşê hêşt ji wir revî. Di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kir. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir