• DOLAR 32.314
  • EURO 35.084
  • ALTIN 2279.545
  • ...
Leşkerên ku ji bo operasyona PKKê hatibûn di ser walîtiyê de girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî teşebusa derbeyê ya şeva 15ê Tîrmehê gel derket kolanan û li dijî derbeyê protesto li dar xist. Ji ber vê yekê ev teşebusa derbeyê hat sekinandin.

Di êvara 15ê Tîrmehê de raperîna wekê li bajarên Enqere û Stenbolê li Sêrtê jî raperînek hat lidarxistin. Leşkerên ku bi hinceta PKKê çûn bajarê Sêrtê di ser Walîtiya Sêrtê de girtin û Walî Mustafa Tutulmazê dan sekinandin. Lê gelê ku derket kolanan misade nekir ku derbeker walîyê bigirin.

Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) ji sibeya 15ê Tîrmehê heta êvarê li ser bûyerên ku li Sêrtê qewimî sekinî û bal kişand ser wê rojê.

Sibeya 15ê Tîrmehê li navenda Polêsan a Cumhuriyetê êrîşa roketê hat kirin. Li ser vê yekê şer derket. Piştî şerê PKKyî revîn. Têketina Cadeya Cumhuriyetê û taxên Dumlupinar û Algulê hat qedexekirin.

Walîtiya Sêrtê jî diyar kir ku li cadeyên Aydinlar, Cumhuriyet, Şeyh Zeynep, Şeyh Suleyman, Ahmet Kîganê û kûçeyên 427, 429 û 652yê di 15ê Tîrmehê ji saet 18.00an pê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Yekîneya Leşkeriya Taybet a Erûhê hat gazîkirin

Ji ber ku polês kafî nebû ji leşkeran alîkarî hat xwestin û ji bo midaxaleyê leşker ji Erûhê hat gazîkirin. Lê leşkerên ku hatin Sêrtê midaxaleya PKKê nekirin.

Yekîneya taybet a ku hatibû gazîkirin di şûna midaxaleya PKKê di ser walîtiyê de girt!

Yekîneya taybet a ku ji bo midaxalekirina PKKê ji Erûhê hatibû bi teşebusa derbeyê re di fermandariya general Ahmet Şîmşekê Fermandarê Tugaya Komandoyê ya 3 yemîn a Sêrtê de di ser Walîtiya Sêrtê de girtin. Lê Walî Mustafa Tutulmazê ku ji teref leşkeran ve wek girtî hatibû sekinandin ji ber ku gel bertek nîşan da hat serbestberdan.

Fermandarên derbeker hatin girtin

Di derbarê kesên ku teşebusa derbeyê kirin yên wekê Tuggeneral Şîmşek û fermandarê Tabura Komandoyê Serheng Cehrelî bi binasiya ‘Teşebusa Derbeyê’ hatin girtin.

Di derdegirtina qereqolê ya PKKê tesaduf nebû!

PKKyî 15ê Tîrmeha 2016an di saet 03.00an de têketin navenda Sêrtê û li Navenda Polêsan a Cumhuriyetê êrîşa roketî pêk anîn. Piştî vê yekê şer derket. Piştî şerê PKKyî revîn. Ji ber ku polês kafî nebû ji leşkeran alîkarî hat xwestin û ji bo midaxaleyê leşker ji Erûhê hat gazîkirin. Lê leşkerên ku hatin Sêrtê midaxaleya PKKê nekirin. (ÎLKHA)



 















































Bu haberler de ilginizi çekebilir