• DOLAR 32.578
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2431.08
  • ...
Ji Îranê re ji teşebûsa darbê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teşebûsa darbê ya ku li Tirkiyê hat kirin re ji dinyayê bertek didomnin.Wezîrê Karên Dervê yê Komara Îslamî ya Îranê Mohammed Cevaîd Zarîf di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir: “Xelkê Tirkiyê bi cesaret demokrasî û hikûmeta ku hilbijartibû parast û her wiha xelkê Tirkiyê îspat kir ku li heremê cihê darbê nîne û darbe mehkûmê têkçûnê ye.”

Arîkarê Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Buroya Serokomariyê Hamît Ebutalîb jî di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Me tu carî li ber darbê û binpêkirina hakimiyeta xelkê re bêdeng nema.Ji ber vê yekê jî me hewadîsên li Tirkiyê bi dîqet temaşa kir.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamê  ya Îranê Behram Gasemî jî diyar kir Îran piştgiriyê dide wê hikûmeta ku xelkê Tirkiyê wê hilbijartiye.

Her wiha Şuraya Ewlehiya Netewiya Bilind a Komara Îslamî ya Îranê jî di bin serokatiya Serokomar Hesen Ruhanî de civîya.Di encama civîna ku hat kirin de di derbarê teşebûsa darbê de hat ragihandin  Komara Îslamî ya Îranê têkilî û pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re mihefeze dike û ew li dijî darbê xelkê Tirkiyê û hikûmeta wê diparêzin.

 Şewirmendê Têkiliyên Navneteweyî yê Rêberê Înqilaba Îslamê Alî Ekber  jî wiha destnîşan kir: “Îran li dijî tememê teşebûsêm xeyrî resmî û yên ku di bingeha wan de şidet û tundî hene disekine.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir