• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
Bi hezaran Diyarbekirî ji darbê re gotin naxêr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di xwepêşana ku  hat lidarxistin de sloganên mîna ‘ Ji bo zaliman bijî cehennem, Artêşa Muhammed tirsa dilê kafiran e,Em li vir in parelel li kû ye?’ hatin avêtin.

Ji bilî hemwelatîyan Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut , Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu, Serokê Bajêr ê Partiya Saadetê Fesîh Bozan û Serokê Bajêra Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Akar û gelek temsîlkarên STKyan beşdarî bernamê bûn.

Di bernamê de daxuyaniya li ser navê Saziyên Civatê Siwîl Ên Îslamî Yên Diyarbekirê Yên Li Dijî Darbeyan ji teref Yunus Memîş ve hat xwendin.

 “Îro ji her rojê zêdetir îxtîyaca me bi yekîtî û digelhevbûnê heye”

Yunus Memîşê ku daxuyaniyê xwend diyar kir xelk li dijî darbekeran bi izet li ber xwe dide û wiha destnîşan kir: “Darbe ne doh gihaştine armanca xwe û ne jî îro dê bigihijin armanca xwe.Em vê rabûna qelaşana ya ku îro û sibeya xelkê Tirkiyê ji xwe re kiriye hedef tel’în dikin.Divê bê zanîn em ê li ber hemû êrîşên ku berê xwe didin xelkê me birawestin.Em ê li temamê meydan û kolanên bajêran li ber xwe bidin.Em temamê xelkê xwe li dijî derbekaran dawetî berxwedanê dikin.Xelkê Kurd ê Misliman ew ê li dijî van êrîşan serê xwe netewîne û ew ê li ber wan bisekine. Divê zalim vê yekê bizanibin, çawa ku teşebûsên kesên berî wan akîm mabin ew ê ev teşebûsa zelîl a darbeyê ajî kîm bimîne û hemd ji Xweda re ku akîm maye.Xelkê me yê bi izzet li dijî zordaran bi berxwedaneke bi rûmet rê neda xasiban.Ji ber vê yekê em xelkê xwe yê ku tesîra wan li ser astengkirina darbê bûye tebrîk dikin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir