• DOLAR 32.326
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2308.095
  • ...
Yapicioglu:Tehlûke hêj xelas nebûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê di derbarê teşebûsa darbê ya ku di nava artêşê de  ji  teref komek esker ve hat kirin de daxuyanî da û diyar kir hêj tehlûke derbas nebûye û pêwîst e ku xelk berteka xwe ya di kolan û meydanan de bidomîne.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew lenetê li teşebûsa darbê ya ku hatiye kirin tînin û ew teşebûsa darbê bi tu wechê qebûl nakin.

Yapicioglu helwesta xelkê ya li dijî darbê wek berxwedaneke destanî wesifand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê me yê  ku ji berxwedana destanî ya Misirê îlham standîye li dijî teşebûsa darbê  ya cuntayê mucadeleyek mezin nîşan da ku bi vê sayê ev teşebûs bi piranî hat astengkirin.Kesên darbeker negihaştin armanca xwe. Ez cardin wê xelkê ku li dijî çeteya derbeker berxwe daye tebrîk dikim.Ez di serî de ji Mehmet Karaaslanê ku endamê me ye û ji kesên ku ji bo azadî û huriyeta xwe, bi berxwedana destanî jiyana xwe ji dest dane re rehmetê teleb dikim.Ji wan birayên me yên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikim û ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sebra cemîl niyaz dikim.”

 “Ev darbe eşkere li xelkê hatiye kirin”

Yapicioglu di berdawama axavtina xwe de diyar kir divê hemû kes li dijî teşebûsa darbeyan birawestin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev teşebûsa darbê di heyameke ku tê de dihat  gotin ‘Heyama darbeyan êdî di paş de maye’ de hat kirin ku ev yek jî manîdar e. Ev darbê eşkere li xelkê hatiye kirin.Em wek HUDA PARê li dijî darbê û kesên darbeker in û her wiha em li ba xelkê û li ba nirx û huriyetê wan in.Weke ku bi tecrûbeyên dilşewat ên di dîrokê de sabît e ku ji darbeyan herî zêde xelkê me zirar dîtiye û hêj dibîne.Li gor me hemû kesên ku terefdarê huriyet, edalet û hizûrê ne divê li dijî vê teşabûsa darbê bisekinin.”

 “Pêwîst e xelkê me wê berxwedana xwe ya bi qerar û qehremane bidomîne”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ku ji wan darbeyên ku hatine kirin û ji wan teşebûsên ku hatine kirin divê ders û ibret bên derxistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê me ji doh êvarî vir ve bi helwesta xwe, berxwedana xwe ya  bi qerar û qehremane didomîne.Heta ku ev tehlûkê bi dawî bibin û werin berterafkirin  divê  li meydanan bê sekinîn û ji vê teşebûsê re bi şikleke herî tund bertek bê nîşandan.Hêj tehlûke xelas nebûye.Berteka ku teşkîlatên me hêj ji destpêkê ve li meydanan nîşan daye  divê heta ku tehlûke bi dawî bibin bidomanînin.Temamê xelkê me ew ê li cihên ku lê ne digel birayên xwe tevbigerin û mil bidin milên wan û ew ê vê yekê bidomînin.”

 “Gavên gelekî cîddî yên ku divê hikûmet li dijî cuntayê bavêje hene”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ‘Divê ji teşebûsa darbê ders û ibret bên girtin’ û dû re wiha dawî li axavtinaxa xwe anî: “Di serî de divê siyaset ji vê dersan bigire.Dibe ku kirina darbeyan weke berê ne hesan be lê kesên hewesdarê darbê hêj di nava artêş û sazîyên wan de hene ku divê ev yek neyê jibîrkirin. Gavên gelekî cîddî yên ku divê hikûmet li dijî cuntayê bavêje hene.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir