• DOLAR 32.519
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2427.769
  • ...
Li Diyarbekirê nêzî 100 kesî hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Nêzî 100 personelên eskerî yên ku li 8emîn Fermandariya Baregeha Jetê ya Sereke ya li Diyarbekirê dixebitin piştî teşebûsa darbeya Rêxistina Paralel hatin binçavkirin.

Di nava kesên ku hatine binçavkirin de 2 general, dozgerên eskerî û hakim jî hene.
 

6 balafirên F-16 tevlî bombabarandina li Enqerê bûne

Her wiha hat îddîakirin piştî teşebûsa darbe ya ku hat kirin re 10 balafirên F-16 ji 8emîn Fermandariya Baregeha Jetê ya Sereke ya li Diyarbekirê bi hewa ketine û ji van balafiran 6 balafir tevlî bombabarandina li Enqerê bûne.Her wiha ji van balafiran 2 heb vegeriyane Diyarbekirê lê 2 hêj nexuyane.Tê texmînkirin binçaviyên ku hatine kirin bi vê mijarê re têkildar in.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir