• DOLAR 32.316
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2297.69
  • ...
SON DAKİKA
Li Deşta Pirsûsê 15 hezar donim zeviya çandî dike ziwa bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Projeya Avdanê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê ya ku di bargeha GAPê de hatibû avakirin ji ber pirsgirêkên ku di Projeya Avdanê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê derketine  cotkar diyar kirin  15 hezar donim zeviyê çandî ziwa bû.Kesên cotkar ji ber ku mexdûr bûne ji kesên rayedar alîkariyê teleb kirin da ku ji pirsgirêkên wan re çareyekê bibînin.

Ev bû nêzî mehekê ku li taxên  Çakırli, Şehît Nusret û Yedîyola ku di nava  Projeya Avdanê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê de av naherike.Ev yek jî bû sedem ku kesên cotkar ji rewşê re bertek nîşan bidin.

Cotkar diyar kirin her çi qas Projeya Avdanê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê hatibe temamkirin ji ber mişkîleninan ku derketine hêj  av li gundên wan naherike û ew ji ber vê yekê mexdûr dibin.Cotkar di derbarê tunebûna avê de her wiha diyar kirin ji ber ku av li gundê wan naherike ew bi pompeyên ku bi mazotê dişixulin ava avêtî ya gundên din tînin û zeviyên xwe av didin.

Cotkar diyar kirin ji ber ku av nîne nêzî 15 hezar zewiyên wan ên çandî li ber ziwa bûne ne.Ew her çi qas di derbarê mijarê de bi Midûrtiya DSÎyê û bi kesên parlementer re axivîn be jî  mişkîleya wan berdewam dike. Di derbarê mijarê de Muxtarê Taxa Çakirliyê  Bîlal Oncel bang li kesên rayedar kir da ku ji mişkîleya wan re çareyek bê dîtin.

 “Min hê carekê jî zewiya xwe av nedaye”

Mihemed Çîftçîoglu yê ku li Taxa Yedîyolê cotkariyê dike ragihand ew nêzî 100 donimî garis çandiye û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Min nêzî 150 milyarî kredî kişand, lê a niha zeviya min tenê 20 dopnim şînbû.Û min hê carekê jî zeviya xwe av nedaye.Ji ber vê yekê ez hatim asta terikandina garisê.Me ji ber mişkîlê muracatî DSÎyê kir.Wanan tiştekî tenê ji me re gotin; ‘Cotkar diz e.’ Ew maye ku ji me re bêjin zeviyên xwe neçînin.Min li parlementeran geriya û ji min re gotin ku em ê hal bikin.Lê hêj tu encam nîne.Em dixwazin ev mişkîleya me demildest bê çareserkirin.”

 “Me borî danîne û fiskiyeyan jî girêdaye û em li benda avê ne”

Îsa Gungorê ku cotariyê dike diyar kir ji ber ku av nîne ew hewil dide bi santîrafuja ku standîye bi ava avêtî zeviya xwe av bide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “10 hezar mesrefê min di zeviyê de ma.Ez bang li serokomar, serokwezîr û hemû kesî dikim.Gotin Remezan, eyd lê hêj ji mişkîleya me re çareyekê nedîtin.Binêrin ez bi ava ku ji nehrê dikşînim hewil didim ku garisê av bidim.Lê binêrin di navbera cihê ku hatiye avdan û nehatiye avdan de çi qas ferq heye. Me borî danîne û fiskiyeyan jî girêdane û em li benda avê ne.”

 “Min xeber da DSÎyê lê midûrê heremê dibe îro, sibe û me diştexilînin”

Azîz Oncelê ku cotkariyê dike di derbarê mijarê de diyar kir ew nêzî 25  hezar lîre mesref li zeviya xwe kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ev qas mesref li pempû kir lê ev pembû dê sibe disibe ziwa bibe.Ma ne heyf e.Dewlet av aniye lê av nîn e.Min li vê derê 200 hezar donim pempû çand lê av nîne û min vê yekê ji DSÎyê re jî got.Midûr ji me diştexilîne.Ez ê vê mesrefê ji kî bistînim.Em ji serokomar û serokwezîrê me alîkariyê teleb dikim.Bila dengê me bibihîzin.”

Her wiha me di derbarê mijarê de xwest ku bi rayedarên DSÎyê re hevdîtinê bikin, lê kesên rayedar bersiv nedan me.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir