• DOLAR 32.344
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2283.123
  • ...
3 polês jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin yekîneyên polêsan li otogarê çend kesan sekinand û xwest ku lêpirsîna nasnameyê ji wan bikin.Kesê bi navê H.D.E. yê ku malbata wî balê bû nexwest ku lêgerîn lê bê kirin û di ser polêsan de berik reşand.

Kesê bi navê H.D.E. li cihê bûyerê 3 polêsan birîndar kir û kir ku ji cihê bûyerê dûr bikeve.H.D.E. piştî ku ji cihê bûyerê reviya re dîsa rasta yekîneyeke din a polêsan hat û di ser wan de jî gule reşand.H.D.E. li vê derê 3 polêsên din jî birîndar kir.Di pevçûna ku derket de kesê bi navê H.D.E. bi şikleke kuştî hat bidestxistin.

Hat ragihandin polêsên birîndar ên bi navê Mehmet Unaldi(46), Hasan Huseyîn Çalişkan(32) û Sînan Akdemîr(27)  li nexweşxanê digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.Her wiha hat hînbûn tedawiya her sê polêsên din ên birîndar didome.

Piştî pevçûna ku derket re waliyê Rihayê çû nexweşxanê û di derbarê mijarê de agahiyan parve kir. Walî Gungor Azîm Tuna di derbarê mijarê de diyar kir tu eleqeya êrîşê bi terorê re nîne, li gor îfadeya malbata kesê êrîşkar, pirsgirêkên psikolojîk ê kesê êrîşkar hene.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir