• DOLAR 32.506
  • EURO 34.944
  • ALTIN 2439.99
  • ...
Di derbarê êrîşa Cewzatê de 11 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di derbarê êrîşa Qereqola Cendirmeyan a Cewzata girêdayê navçeya Artukluya Mêrdînê ya ku doh pêk hatibû û yekê wê pîrek 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 37 kes jî birîndar bûbûn de 11 kes hatine binçavkirin.

Qeymeqamtiya Artukluyê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew wesayîta ku 5 ton teqemenî tê de hat teqandin ya Şaredariya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir