• DOLAR 32.537
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2436.59
  • ...
Ji Koreya Bakûr ceribandina fuzeyekî din
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gor daxuyaniya ku ji teref Koreya Başûr hat dayîn de Koreya Bakûr ceribandina fuzeyekî din kiriye.

Di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Koreya Bakûr ji binê behrê fuze avêtiye. Hat ragihandin ku ev ceribandin wek neyînî pêk hatiye û wateya vê ceribandinê ew e ku biryarên Koma Miletan (BM) hatiye îxlalkirin.

Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe diyar kir ku ceribandina vî fuzeyê eşkereye ku dijî Lijneya Ewlehiya Koma Miletan e. Dûvre Abe wiha diyar kir: “Pêwîst e ku em bi civaka navneteweyî re bixebitin û vî ceribandinê şermezar bikin.”

Wezaretiya Karûbarên Derve ya DYEyê (ABD) jî bang li Bakûra Koreyê kir ku ji çalakiyên tansiyonê zêde dike dûr bisekine û ceribandina fuzeyê şermezar kir.

Wekê ku tê bibîranîn Koreya Bakûr di meha Hezîranê de wek ceribandî 2 fuze avêtibû û Japonya û NATO vê ceribandinê wek provokasyon hesibandibû. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir