• DOLAR 32.586
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2412.595
  • ...
Xebera ÎLKHAyê ji birayên astengdar re bû hêvî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bavê Sûriyeyî yê ku ber şerê Sûrî reviye û li navçeya Qosera Mêrdînê sitiriyê ji 3 lawên xwe yên astendar re him dêtî û him jî bavtî dike. Piştî xebera me gelek xêrxwaz alîkarî li van birayên astengdar kirin.

Muhammed Ahmed Şêxoyê bavê 3 zarokên astengdar ji xêrxwazan re teşekur kir û destnîşan kir ku xêrxwazan alîkariya wan kirine. Her wiha Şêxo diyar kir ku lawên wî her tim niyazmendê alîkariyê ne.

Ahmed Şêxo bang li xêrxwazan kir û  ragihand ji ber ku dayîka zarokên wî tune ew li wan dinêre. Ji ber vê yekê wî xwest ku jê re meaşê nihêrvantiyê derkeve.

 “Piştî xebera we gelek kes alîkarî li me kir”

Ahmed Şêxo di derbarê alîkariyên ku li wan hatiye kirin de axivî. Şêxo wiha diyar kir: “Xweda ji we razî bibe. Piştî xebera we di serî de Waliyê Mêrdînê gelek kes alîkariya me kir. Alîkariya wek klima, televiziyon, erzaq pereyê neqdî li me hat kirin. Ez ji herkesî re teşekur dikim.”

 “Ez dixwazim ku ji bo zarokên min meaş derêxin”

Ahmed Şêxo belav kir ji ber ku ew li zazrokên xwe dinêre nikare bixebite. Dûvre Şêxo wiha destnîşan kir: “Ev jî dana Xweda ye. Em ji bo vê yekê jî şukir dikin. Zarokên min astengdar in û jina min miriye. Heke ez bi pîrekekê din re jî bizewicim liv an zarokan mêze nake. Ji ber ku ez li zarokan dinêrim ez nikarim bixebitim. Ez dixwazim ku ji bo zarokên min meaş derêxin.” (ÎLKHA)



 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir