• DOLAR 32.564
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2428.56
  • ...
Mehkûm Huseyîn Akbalikê nexweş li benda duayan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkûm Huseyîn Akbalikê nexweş ê ku di sala 90an de piştî ku hat binçavkirin hat girtin û ev 24 sal e ku di girtîgehê de wek girtî dimîneji ber teşhîsa timurê wî sewqê Meletî kiribûn. Dûvre Akbalik di Navenda Tiba Turgut Ozalî ya Meletî de emeliyatekî baş derbas kir.

Akbalikê ku li Wanê di girtîgehê de bû ji ber teşhîsa timurê wî sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Adiyamanê kirin. Dûvre hat teşhîskirin ku di mejiyê Akbalikê de timurekî 7 cm yî heye. Ji ber vê yekê Akbalikê sewqê Navenda Tiba Turgut Ozalî ya Meletî kirin. Hat ragihandin ku Akbalik doh ber êvarê emeliyatekî baş derbas kiriye.

Hat diyarkirin ku xetera jiyana Akbalikî didome û dê 2 roj wek razandî bimîne. Her wiha hat diyarkirin ji bo ku bê zanîn ev timura di mijiyê Akbalikê de ya qenc e yan ne şandine patolojiye.

Îbrahîm Akbalikê biraziyê Huseyîn Akbalik di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Akbalik desnîşan kir ku emeliyeta mamê wî baş derbas bûye û ji bo vê yekê ew bendewarê duayê Mislimanan in.

Her wiha Akbalik di derheqê mijara kelepçekirina li nivînê ya mamê xwe de axivî. Akbalik wiha ragihand: “Piştî ku me ji serdozgeriyê destûr sitand em çûn cem mamê min. Ji xwe felç li aliyê çepî ya mamê min daye. Ji ber vê yekê ew nikare mila xwe ya çepî bibe û bîne. Lê ji xeynî vê yekê min dît ku milê wî ya rastî jî bi sedyeye ve wek kelepçekirî girêdane. Dema ku min vê yekê dît min ji leşkerên li wir re bertek nîşan da. Piştî vê bertekê kelepçê vekirin. Dêmekê ev miemele berê jî hebûye. Ji ber ku me nehêştine cem wî me vê yekê nedîtiye.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir