• DOLAR 32.519
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2434.701
  • ...
 "Cinayeta Haydar Merîç hat çareserkirin lê hêj bavê min winda ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cevzet Soysalê ku di TPAOyê de dixebitî  berî vê 18 salan ji teref polêsan ve hatibû revandin û dû re hatibû qetilkirin.Mucahîd Soysalê ku lawê Cevzet Soysal e çû cihê ku bavê wî lê hatiye qetilkirin û  di derbarê mijarê de ji kesên rayedar re bertek nîşan da û wiha axivî: “Cihê ku bavê min lê hatiye qetilkirin û kesên ku wî qetilkirine diyar in.Di vî warî de me çendîn caran muracat kir û rayedarên hikûmetê jî di vî warî de soz dan.Lê hêj tu gav nehatiye avêtin.Ev bû 18 sal ku bavê min  hatiye revandin û em gelek mexdûr bûn. Cinayeta rojnameger Haydar Merîçê ku ji teref rêxistina paralel ve yê ku bi girêka berazan hatibû kuştin  hat çareserkirin û cinayet hat ronîkirin.Lê her çi qas ev cinayeta Haydar Merîç hatibe ronîkirin jî cinayeta bavê min weke xwe ye.”

“ Li ser cinayeta Haydar Merîç çawa hatibe rawestin bila li ser cinayeta  bavê min jî bi heman awayî bê sekinin”

Soysal di derbarê li ser bûyera cinayeta bavê xwe de ji hikûmetê pirsinan kir û wiha axivî: “Di van rojan de cinayeteke din a paralele derket holê; bûyera rojnameger Haydar Merîç.Çawa ku ev bûyer hat ronîkirin kesên rayedar dest bi girtinan kirin .Di derbarê bûyerê de 35 kes hatin girtin û  di derbarê 31 kesî de jî qerara girtinê hat derxistin.Baş e gelo çima weke ku li ser cinayeta Haydar Merîç hat sekinîn bi heman awayî li ser cinayeta bavê min nayê sekinîn?Çi kêmasiya me ji Haydar Merîç heye? Cinayeta Haydar Merîç hat çareserkirin lê hêj ya bavê min weke xwe ye.Gelo ji ber ku em li Başûrê Rojhilat xwediyê nasnameya Îslamî ne kesên rayedar li ser vê meselê nasekinin?Em dixwazin ji bo me jî edalet hebe û em dixwazin ew kesên ku bavê min revandine û wî qetilkirine bên girtin û bên cezakirin.Ez ji kesên rayedar dixwazim weke cinayeta Haydar Merîç bila li ser cinayeta bavê min jî bisekinin.”

 Mucahîd Soysal çû wê sêgoşeya Çiyayê Qîra, Înpinar û Ormegozuya ku bavê wî lê bi îşkenceyan hatibû qetilkirin û diyar kir daxwazeke wî tenê heye ew jî qebreke ku ew biçin li serê ji bo bavê xwe Fatîhayekê bixwînin e.

 “Rayedarên hikûmetê diyar kiribûn ku ew ê bi mijarê eleqedar bibin lê tu pêşveçûn çênebû”

Soysal di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ji teref polêsên rêxistina paralel ve revandina bavê min di 14ê Çileya 2015an de derket çapemeniyê.Polêsekî paralelvan jî vê yekê îtîraf kir.Îtîraf kir wan bavê min revandiye û bi îşkenceyan li vê dera ku em a niha lê ne kuştine û binax kirine.Çawa ku mijar derket holê min ji serokomarê me re nameyek şand.Min bi xwe jî li Batmanê bi serokwezîr re hevdîtin kir, got ku ew ê bi mijarê  eleqedar bibin.Her wiha min bi Bulent Arinç û Mehdî Eker re jî hevdîtin kir, tevan gotin ku ew ê bi mijarê re eleqedar bibin.Lê belê tu gav nehatin avêtin.”

 “Dozger xemsar tevdigerin”

Soysal di berdewama axavtina xwe de diyar kir her çiqas mijar diyar be jî kesên dozger di vî warî de tu gavî navêjin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Erka dozgeran ji rastê rakirina mexdûrîyeta kesên mîna me mexdûr in.Em di vê çarçovê de dixwazin ku bila  cenazeya bavê min bê dîtin.Polês gotiye ‘Ez razî me cihê cenazê nîşan bidim.’Lê dîsa kesên rayedar tu gavî navêjin.”

“Ez ji serokwezîr dixwazim ku ji bo naaşê bavê min bê dîtin karê kolanê bide destpêkir”

Soysal di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji ber ku kesên rayedar li ser bûyerê nasekinin ew xemgîn e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev eyda 36emîn  ku em bêyî bavê xwe diborînin.Her eyd bi şikleke dilşikestî û xemgîn derbas dibe.Em dixwazin weke însanên din eyda xwe bi bextewarî derbas bikin.Bavê me ne li ba me be jî bila qebreke wî hebe da ku em herin Fatîhayekê jê re bixwînin.Rayedarên hikûmeta kevin daxwazên me neanîn cî.Ez ji hikûmeta nû tiştinan hêvî dikim.Ez ji serokwezîr hêvî dikim demildest ji bo naaşê bavê min bê dîtin karê kolanê bide destpêkir.”(ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir