• DOLAR 32.56
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2429.679
  • ...
Rewşa malbata Kobaniyî yê ku di bereqê de dijî dilan dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatake Kobaniyî yê ku ji ber şerê Sûriyê yê navxweyî reviyaye û hatiye li Batmanê bi cî bûye a niha di bereqeke tertûbela de mucadeleya jiyanê dide.

Malbata Salîhî  yê ku ji 11 kesî pêk tê a niha li Taxa Çamlicaya Batmanê di bereqeke belavbûyî de hewil dide bijî.Rewşa malbata Kobaniyî dilên kesên ku wan dibînin dişewitîne.Malbat a niha li benda alîkariya kesên xêrxwaz û rayedar in.

Omer Muhammed Salihê ku ji ber nexweşiya xwe nikare zêde bixebite tenê li pîrek û zarokên xwe nanêre bi heman awayî li xanim û zarokên birayê xwe yê ku li Kobanê hatiye kuştin jî dinêre û hewil dide li wan xwedî derkeve.

Omer Muhammed Salih di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ew ev bû nêzî salekî ku hatine Batmanê û ew ji hêla debarê ve pir zehmetiyê dikşînin.

Salih di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew nêzî 200 TL dide heqê av û ceyranê.Salih dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber şerê ku li Sûriyê derketiye em hatin vê derê.Nêzî salekê çêbû ku em hatine vê derê.Bi dêya min re nexweşiya şekir heye û her wiha ji qelbê xwe jî nexweş e. Em digel 11 kesî li vê derê dijîn.Ez nexweş im û tenê bi gurçikekê dijîm.Min li Sûriyê 7 salan melatî kir.Ez nikarim li vê derê karê giran bikim û ez bi tena ser xwe li malbata xwe dinêrim. Li Sûriyê birakî min hat kuştin.Ez li malbata wî jî dinêrim.”

Salih di dawiya axavtina xwe de diyar kir heta niha şaredarî qet ji wan re alîkarî nehatiye kirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me ji bo alîkariyê muracatî şaredarîyê kir lê hêj alîkariyek ji me re nehatiye kirin.Kesên xêrxwaz  alîkariya me dikin.Rewşa me qet nebaş e.Ez mecbûr im ku li malbata xwe binêrim.Ez ji kesên xêrxwaz û rayedar alîkariyê teleb dikim.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir