• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Qisûr hûn nînin, qisûr ew in ku wan we anîne vî rewşê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu cejna xwe ya Remezanê li Êlihê derbas kir. Yapiciolu, malbatên Şernexî yên ku ji ber şerê koçê Êlihê kirine ziyaret kir. Dûvre gugdariya pirsgirêkên wan kir.

Ji xeynî Yapcioglu; Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Aydin Gok, Abdurrahman Cens, Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru, Serokê Navenda Şernexê Emcet Yalçin û Rêvebirê Bajarê Êlihê beşdarê ziyaretê bûn.

Yapicioglu cejna malbatan pîroz kir û ji ber pirsgirêkên ku ew jiyane şîreta sebrê li wan kir. Yapicioglu bal kişand divê ku ji mexdûriyetê êbret were hilgirtin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înşaellah dê di demekî kurt de dawî liv an pirsgirêkan were. Ji ber ku me dizaniya dê ev pirsgirêk hêdî hêdî derkevin holê me berê vî mijarê anî ziman. Li ev pirsgirêk ji teref hinek kesan ve nehatin dîtin. Hinek kesan jî gotin; ‘ji me re çi. Qey ev wezîfeya me ye?’ Dema ku guneh di holê de werin kirin dê ev gûneh bibin imûmî. Agir mezin bû û her derê dorpêç kir. Li cem dara hişk dara ter jî şewitî. Ev agir herkesî şewitand. Xweda me ji xewa xefletê hişyar bike. Xweda ji herêma me re deriyê xêrê veke û pirsgirêkên me ji holê rake.”

Abdulkerîm Guldurmez, Azîz Tatar, Kamuran Osal û malbatên din yên ku nexwastin ku navên wan werin nivîsandin ji ber ziyareta HUDA PARê ji  wan re kiriye teşekûr kirin. (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir