• DOLAR 32.443
  • EURO 35.668
  • ALTIN 2323.14
  • ...
Li Wêranşarê pevçûn: 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Wêranşara Rihayê di nabeyna 2 malbat ku ji hev re xisimdar bûn de şer derket. Di encama şerê de 12 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Hurriyeta Wêranşarê di nabeyna malbatên Aslan û Bozkurtê yên ku eqreba bûn de gengeşe derket. Dûvre ev gengeşe zivirî şerê. Di encama şerê de jin û mêr tev de 12 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê tîmên polêsan hatin wir. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat ragihandin ku li derdora nexweşxaneyê pêşgiriya ewlehiyê hatiye girtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di derhaqê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir