• DOLAR 32.373
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2326.13
  • ...
Li DYEyê reşikekî wek aliqandî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li DYEyê heftiya borî reşikekî ji teref polêsan ve hatibû kuştin. Piştî vê yekê li bajarê Atlantayê ya girêdayê DYEyê jî reşikekî wek aliqandî hat dîtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li bajarê Atlantayê ya girêdayê DYEyê di Parka Pîedmontê ciwanekî reşik wek aliqandî hat dîtin. Hêj nayê zanîn ku ev xwekujî ye an ne. Gor îfadeyên şahidan rêxistina nîjadperestî ya ku wek Klu Klux Klan (KKK) tê zanîn û ji spiyan pêk tê li vî parkê broşûr belav kirine.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê di nabeyna 2 rojan de li bajarên Louîsîana û Mînnesotayê 2 reşik bi çekan hatibûn kuştin.

Tûndiya ku ji teref polêsên DYEyê ve li reşikan tê kirin bal dikêşe

Çend roj berê li bajarê Mînnesotaya DYEyê reşikekî bi navê Phîlando Castîle bûbû hedefa guleyên polêsan û ev yek jî di qeydên qemereyan de hatibû dîtin.

Roja sêşemê jî li bajarê Baton Rougeyê ya payîtexta Louîsîanayê  reşikekî 37 salî ê bi navê Alton Sterlîng ji teref 2 polêsan ve hatibû kuştin. Piştî cinayeta herî dawî raşik derketibûn kolanan û çalakî lidarxistibûn. Di encama van çalakiyên ku hatibûn lidarxisin de ji teref nîşangiran ve 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir