• DOLAR 32.542
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2423.738
  • ...
Nisêbîniyan dest bi vegerana malên xwe kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku operasyon qedyaye lê qedexeya derketina derve didome gel dest bi vegerana malên xwe kir.

Wekê ku tê zanîn ji teref Walîtiya Mêrdînê ve di 14ê Adara 2016an pê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyon dest pê kiribû. Piştî ku operasyon qediya gelê nisêbînê jî dest bi têketina navçeyê kirin da ku li malên xwe bicî bibin. Gor agahiyên ku hatine bi destxistin berê gel bi destûra taybet a ku ji walîtiyê dihat sitandin têdiket navçeyê. Lê ji Cejna Remezanê pê ve bê destûra walî jî gel têdikeve navçeyê.

Gel ji bo têketina navçeyê rêya Qoser û Cizîrê bikar tîne. Rêbeja Nisêbîn-Midyadê ya ku heftiya berê ji trafîkê re hat asêkirin hêj jî nayê vekirî nîne. Piştî kontrola nasname û wesayîdên Nisêbîniyan gel têdikeve navçeyê ku li malên xwe bicî bibe. Ji xeynî 6 taxan têketina taxên din serbest e.

Hat ragihandin ku di van 2 rojên dawî de nêzî 200 malbatan çûne navçeyê. (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir