• DOLAR 32.431
  • EURO 34.46
  • ALTIN 2490.641
  • ...
"Qetlîama herî xirab ew e ku di mizgeftan de li Mislimanan tê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz beşdarê bernameya Şehîdên Mizgefta Sûsayê yên ku ji teref PKKê ve di sala 1992yan de li Gundê Sûsayê ya hatibûn qetilkirin bû. Yilmaz di bernamê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî.

Yilmaz dest  nîşan kir ev qetlîama ku di sala 1992yan de li Gundê Sûsayê ya girêdayê navçeya Farqîna Diyarbekirê ye ji teref PKKê ve hat kirin qetlîamekê wehşiyane ye.

Yilmaz wiha axivî: “Her cûr qetlîam di baweriya me de hatiye qedexekirin. Gor baweriya me hemî çewt û nelirê ne. Lê qetlîama herî herî xirab ew e ku di mizgeftan de li gelê bawermend û siwîl tê kirin.”

 “Dê her tim Qetlîama Mizgefta Sûsayê were bibîranîn”

Yilmaz diyar kir ku Şehîdên Sûsayê ji bo wan pir girîn in. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku mirovahî sax bibe dê Qetlîama Mizgefta Sûsayê were bibîranîn û dê ev yek li ser eniya rêxistinê jî wek lekekî mezin a reş xwe biparêze. Îro li erdnîgarên cûr bi cûr ên alema Îslamê dîsa qetlîam çêdibin. Siwîl dimirin. Tên qetilkirin û li Mizgeftan êrîş tên kirin. Sedema vê yekê bes hêzên emperyalîst ên Xerbî yên ku erdnîgara Îslamê îşqal kirine û kesên ku ji wan re taşerontî dikin in.”

 “Xweda, fitne û fesadiya kesên ku dijmintî ji Mislimanan re dikin xirab bike”

Yimaz diyar kir kesên ku êrîşê derên îbadet tên kirin dikin nesêbê xwe ji mirovahiyê nesitandine. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Qetlîamên ku li kesên îbadet dikin tên kirin, êrîşên bombeyî yên ku îbadetgehan tên kirin çi wek hewayî û çi wek bombeyî ev kes nesîbê xwe ji mirovahiyê nesitandine. Xweda fitne û fesadiya kesên ku dijmintî ji Mislimanan re dike û hêzên emperyalîst ên Xerbî yên ku Kurdê ji Tirkê re, Tirkê ji Kurdê re, Şîayê ji Sinniyan re û Sinniyan jî ji Şîayan re dike dijmin xirab bike.”

 “Heke em şiûra Îslamê bi dest bixin dê lîstika emperyalîstan xirab bibe”

Yilmaz diyar kir pêwîst e ku Misliman her tim bi şiûra Ummet û biratiyê hereket bikin. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mislimanên ku xwedî şiûra Ummetê ne û ruhê biratiyê bidest xistine dê tênekevin davika taşeronan. Xweda şiûra biratiyê bide vî Ummeta ku perçe perçe bûye. Heke em şiûra Îslamê bi dest bixin dê lîstika emperyalîstan xirab bibe.” (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir