• DOLAR 32.601
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2499.86
  • ...
'Yarenên Mizgeftê' yên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bi rehmet hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

10 Mislimanên ku di sala 1992an de li gundê Sûsaya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKê ve di hewşa mizgeftê de hatibûn qetilkirin bi beşdarbûna bi hezaran kesî bi bernameya ku hat tertîpkirin bi rehmet û bi minet hatin yadkirin.

Bernameya bîranînê ji teref Sûsa-Derê ve  bi navê ‘Bîranîna Şehîdên Sûsayê’ hat tertîpkirin, bi hezaran zêc û zarok, pîr û ciwan, mezin û biçûk beşdarî bernamê bûn. Her wiha Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Saîd Şahîn, Bahattîn Temel û gelek temsîlkarên STKyan û rîspî û alim jî tevlî bernameya bîranîna Şehîdên Sûsayê bûn.

Berî ku bername dest pê bike xelk Mizgefta Sûsayê û qebrên şehîdan ziyaret kirin.Li wê derê bûyerên ku wê şevê pêk hatibûn bi kurtasî hatin vegotin û di derheqê jiyana 10 şehîdên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin de agahî hatin parvekirin.Xelk bi slogan û dirûşmeyan ji PKKê re lenet xwend.

Qada ku lê bername hat tertîpkirin bi dîmenên şehîdên ku ji teref PKK û JİTEMê ve hatine şehîdkirin û her wiha dîmenên şehîdên ku li çar aliyê dinyayê ji teref hezên tarî ve hatine şehîdkirin hat  xemilnadin.

Xelk dema ku hat wê qada ku dîmen û fotografên şehîdan lê bûn hestiyar û dilzîz bûn.Di pêşangeha dîmenan de dîmenên Şêx Seîd, Saîdê Nûrsî û her wiha Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîogluyê ku di 17ê Çileya 2000an de hatibû şehîdkirin hatin pêşandin.

Her wiha afîşên şehîdên mîna Yasîn û hevalên wî û her wiha yê Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hatibû şehîdkirin li qadê ve hatin daleqandin.

Bername piştî ku mizgeft hat ziyaretkirin û nimêja nîvro hat edakirin re bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Piştî tîlaweta Qur’anê îlahî û ezgiyên ku ji bo şehîdan hatibûn bilevkirin hatin gotin.Xelk di dema bilevkirina ezgî û îlahiyan de hestiyar bû û tekbîr anîn û bê navber ji PKK lanet anî.

“Zalim her tim bi kîneke mezin êrîşî me û mizgeftên me kirin”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel di bernamê de di axavtina ku kir de diyar kir ev qetlîama ku li Sûsayê hatibû kirin ne qetlîama yekemîn û ewil e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di paşarojê de di mizgeftan de hatin qetilkirin.Mizgeft û camiyên me hatin xerakirin. Zalim her tim bi kîneke mezin êrîşî me û mizgeftên me kirin.Em ji berê ve di camiyan de tên qetilkirin.Hê jî di axên İslamê de li her derî bombe û sileh diteqin.Emperyalîst ji berê ve êrîşî camiyên me dikin û em wan êrîşên ku berê li mizgeftên me hatine kirin baş dizanin.”

Temel di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser qetlîamên ku li heremê hatine kirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Neviyên Mogolan îro li Kurdistanê axên me bi xwînê sor kirin.Divê em li camiyên xwe xwedî derkevin.Em zanibin ku ew ê ew camî di ser serê me bên  xwar, dîsa divê em li wan xwedî derkevin. Ev der axên İslamê ne.”

Piştî axavtina Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel, Serokê Platforma Kerwanê Şehîdan Omer Çelîk di derbarê girîngiya şehîdiyê de ayet û hedîs xwend û ragihand kesê/a ku di mekteba wî/ê de şehadet hebe qet duçarî zilet û mexlûbiyetê nabe û ew kesên ku me şehîd dikin bi şehîdkirinê encax ji me re xizmetê dikin.

Bername bi diaya ku ji teref Mela Kerbela Şanli ve hat xwendi  bi dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir