• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
PKK li Diyarbekirê rê birî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyiyên ku di derdora Gundê Narlicaya girêdayê navçeya Kulpa Diyarrbekirê rê birîn dest danîn ser nasnameyên rêwiyan û wesayîta ku nesekinî jî dan ber guleyan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin PKKyiyan îşev di derdora saet 20.00an de li mintiqeya nêzî Gundê Narlicayê girêdayê navçeya Kulpê nêzî 40 wesayîtan da sekinandin. Dûvre rêwiyan ji wesayîtan anî xwaçrê û dest danî ser nasnameyên rêwiyan. Wesayîta ku nesekinî jî daye ber guleyan. Nayê zanîn ku mirî hene yan ne. Hat ragihandin piştî ku PKK nêzî 30 deqîqan propexende kiriye rêwiyan serbest berdaye.

Rêwiyekê ku nexwest navê xwe bide wiha qala bûyerê kir: “Em êvarê di derdora saet 20.00an de diçûn mala xwe. Komek PKKyî rêya me birîn û xwestin ku em ji wesayîtê peya bibin. Nasnameyên me ji me sitandin û dûvre wek axavtin gotin; ‘Ewrûpa piştgirî dide me. Hûn çima piştgirî nadin me? Piştgirî bidin me.` Her wiha berik berdan wesayîta ku hewl dida ji hawîrdor dûr bibe. Ji bo ku em dengê çekan nebihîsin wan pîpîsk lê didan. Ez nizanim gelo di wesayîtê de mirî hebû an ne.”

Her wiha hat ragihandin ku cendirme neçûye ciyê bûyerê.  (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir