• DOLAR 32.343
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2307.58
  • ...
Ev bû 50 eyd ku bêyî lawên xwe   diborînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Zengîn ê ku li Taxa Duzovaya Serê Kaniya girêdayê Rihayê îqamet dike diyar kir gelek bersûc ji dozên Ergenekon û Balyozê hatin tahliyekirin lê lawê wan û yên mîna lawên wan ên ku ji ber nasnameya xwe Îslamî tên darizandin hêj di girtîgehê de ne.

Bav Mela Hamdîn Zengîn di derbarê mijarê de diyar kir ew ev bû 50 eyd ku bêyî lawê xwe diborînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min ne ji esker û ne jî ji polêsekî re sileh nekişandiye û zirara wî negihaştiye tu kesî.Lawê min tenê ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin. Em carinan dıçın ditîna wî, ew jî tenê seatek e.Em di seatekê de tu tiştî ji hev fêm nakin.”

“Lawê min ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin”

Bav Hamdîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew bi kesên ku li dijî Îslamê bûn re mucadele kir.Xweda alîkariya wî bike.Xweda gunehên me û yê temamê mislimanan efû bike. Ez nizanim di vê eyda mibarek de ç bibêjim.”

 “Kesên  Ergenekonvan û darbevan hatin berdan”

Zengîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Serokkomar ne li dijî Mislimanan be û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ji nû ve bê darizandin.Bi îhtîmaleke mezin divê Serokkomar ne li dijî vê yekê be.Pêwîst e ne li dijî Mislimanan be. Kesên  Ergenekonvan û darbevan hatin berdan.Gelo digel di hundir mayîna însanên mezlüm ew ê çawa edalet bê tesîskirin.Ez dixwazim ew lawê min ê ku belesebeb û bêsûc di hindur de ye bê berdan.”

“Hemd ji Xweda re ku lawê min tiştekî pîs û nebaş nekiriye”

Dê Fatma Zengîn jî di derbarê lawê xwe de diyar kir zarokên wî tiştekîğ nebaş nekirine û wiha pê de çû: “Çi qas mehqûm hebin Xweda li wan bê rehmê.Em ji hikûmetê daxwaz dikin ku wan serbest berde, tu sûcê wan nîne.Dema ku em diçin hevdîtinê ew pirsa malê dike em jî  ya wî.Lawê min belesebeb di hindur de ye.Hemd ji Xweda re ku lawê min tiştekî pîs û nebaş nekiriye.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir