• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Siyaseta çalan îdê ji gel re kir jeher"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku jiber qedexeya derketina derve ya ku ev 4 meh e li Nisêbîna Mêrdînê didome koç kirine û li Qoserê sitirîne diyar kirin ku di vî îdê de ew xwe wek mihacir dibînin. Her wiha wan ji ber siyaseta çalan a PKKê û ji ber ku dewlet di derbarê vî yekê de tedbîr hilnegirtiye bertek nîşan dan.

Ji nişteciyên navçeya Nisêbînê Îzzeddîn Ozsoy diyar kir ku wan Meha Remezanê wek mihacir derbas kirine. Ji ber ku dewlet di derhaqê vî yekê de pêşgiriya PKKê nikiriye û tedbîr hilnegirtiye bertek ji dewletê re nîşan da.

 “Ji sewqiyatên çekan û çalên ku hatin kolandin re dengê xwe dernexistin”

Îzzeddîn Ozsoy diyar kir kesên ku piştgirî didan siyaseta çalan piştî ku mala wan xirab bû wan bertek nîşan dan. Dûvre Ozsoy wiha axivî: “Ev nêzî 4 mehan e ku em li Qoserê dimînin. Em malbatek 20 kesî ne. Derfetên vir qet baş nîne. Ne ceyran û nejî ev heye. Em pirr zehmetî dikêşin. Li Nisêbînê çal hatin vedan. Sewqiyeta çekan hat kirin. Lê dewlet dengê xwe ji vê yekê re dernexist. Dema ku bûyeran dest pê kir gelemperê gel koç kirin. Gel koçê Mêrdîn, Midyad, Qoser, Êlih û Stenbolê kir. Ev 4 meh e ku gel perîşan e. Berê 3-4 car qedexeya derketina derve hat îlankirin. Lê vî carê ev 4 meh e ku qedexe didome. Hêj jî ne diyar e ku dê çawa bibe. Mala miletê xirab bû. Em li welatê xwe bûn mihacir. Li nisêbînê kesên ku piştgirî didan siyaseta çalan piştî ku mala wan xirab bû wan bertek nîşan dan. Gel wekê berê piştgirî nade wan. Wan di nabeyna xwe şer kirin em perîşan bûn.”

 “Em cejnê bi şiklekî dilşikestî derbas dikin”

Ozsoy diyar kir ku wan wek malbat wekê Meha Remezanê cejnê jî bi şiklekî dilşikestî derbas kirin. Dûvre Ozsoy wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me Meha Remezanê jî wek dilşikestî derbas kir. Herkes dixwaze ku îdê li mala xwe derbas bike. Lê em man li Qoserê. Em cejnê li vir derbas dikin. Ev cara ewil e ku em cejnê ji mala xwe dûr derbas dikin. Xweda heqê me ji wan re nehêle.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir