• DOLAR 32.575
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2493.377
  • ...
Evîndarên Pêxember îdana hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref koordînatortiya Platforma Evîndarên Pêxember a şaxa Diyarbekir ve bernameya pîrozkirina cejna hev a Îda Remezanê hat lidarxistin. Gelek kes beşdarê bernameyê bûn.

Bernameya ku li Parka Sumerê ya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê hat lidarxistin bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir. Midûrê Giştî yê ÎLKHAyê Mahmut Îrtem, Midûrê Xeberên ÎLKHAyê Olcay Ersoy, Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel, Vedat Turgut, Mehmet Huseyîn Yilmaz, Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Abdulsamed Yalçin, Serokê Bajarê Diyarbekirê Şeyhmus Tanrikulu, rêbebirên platformê, nûnerên Saziyên Ciwakî yên Siwîl beşdarê bernameyê bûn.

Di bernameya ku hat lidarxistin de Koordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember a şaxa Diyarbekirê Cemîl Cahît Unsal qala xêr û bereketa Meha Remezanê kir.

Unsal wiha axivî: “Werin em guh bidin peyamên ku Qur’ana Pîroz ji me re şandiye. Em xwe li Qur’ana Pîroz bigirin. Em çendîn car bûne şahid kesên ku xwe li Qur’ana Pîroz giritne û bi hikmên Qur’anê emel kirine bûne xwedî îzzet û şeref. Werin em carek din Qur’ana Pîroz ji xwe re bikin tac. Bila li ser refan nemîne. Em Wê ji qilifa wê derêxin. Di serî de em bila zarokên me jî ji bo hînbûna Qur’ana Pîroz biçin mizgeftan.”

Unsal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ey gelê ezîz û hêja yên Misliman! Mislimantiya Meha Remezanê heta Meha Remezanek din, Mislimantiya îd heta îdê bê guman kêmasî ye. Heke me heqê Meha Remezanê anîbe li cî wê çaxê ji bo me cejn û îd e.” (ÎLKHA)


 





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir