• DOLAR 32.567
  • EURO 34.711
  • ALTIN 2408.046
  • ...
 Yapicioglu malbata şehîd û girtiyan ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yêHUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û digel lijneya ku ji partiyiyan pêk dihat li Batmanê malbata kesên ku ji doza İslamê hatine girtin û malbata kesên ku ji teref PKK û JİTEMê ve hatine qetilkirin ziyaret kirin û eyda wan pîroz kirin.Yapicioglu ji xeynî pîrozkirina eyda malbatan eleqe ji zarokên kesên ku hatine şehîdkirin û hatine girtin re nîşan da û eydaniya wan da wan.

 “İro Îslam heger li vê heremê hebe ew jî bi wesîleya wan kesên ku di vê oxirê de bedel dane ye”

Yapicioglu di derbarê ziyaretên ku dikin de nirxandinan kir û wiha axivî: “Min eyda xwe li Batmanê kir.Me  roja duyemîn eyda malbata wan kesên ku di oxira İslamê de bedel dane, zehmetî kişandine, eziyet dîtine û canê xwe di vê rêyê de feda kirina ziyaret kir.Ev bû çend eyd ku em bi vî awayî dikin.Heger ku em ji xatiraya wan re û ji wan bedela ku dane re nerûmetdar bin di rastiyê de tê wê watê ku em xwe bi xwe înkar dikin. İro İslam heger li vê heremê hebe û  projeyên mezin ên emperyalîstan li heremê nikaribin bên tetbîqkirin  ew jî bi wesîleya wan kesên ku di vê oxirê de bedel dane ye.Em vê yekê ji wan kesên ku di vê oxirê de bedelên giran dane re deyndar in.Mucadeleyeke destanî hat dayîn, di vê oxirê de gelek bedel hatin dayîn.Emperyalîst, di warê heremê ji İslamê dûrkirinê de bi ser neketin.İnşaallah heta qiyametê jî wê bi ser nekevin.”

“ Li bajêra ku Resûlullah lê dijî teqîna bombê tê wateyeke din”

Yapicioglu di derbarê bombeyên ku di van demên dawî de diteqin de wiha nirxandinan kir: “Mixabin di van demên dawî de êrîşên bombeyî zêde bûn.Beriya eydê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, li Bexdayê û li Erebîstana Siûd erîş hatin kirin ku di êrîşa Bexdayê de ji 200î zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan.Ji van êrîşan nexasim ya ku li Medînê hat kirin  cara ewil lı Medînê hat kirin.Berî niha li gelek deran gelek bombe teqiyan,lê bajêra ku Resûlê Xwedê lê Dewleta İslamê damizrand û ji wê dere hewil dabû da ku Îslam belavî li dinayayê bibe teqîna bombê tê maneyeke din.Heger ku li Medînê  tiştekî bi vî awayî tê kirin wê demê divê temamê Mislimanan li ser vê yekê bifikirin.”

 “Daxwaza me ew e ku li tu derê dinyayê çalakiyên bi vî awayî pêk neyên”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir hema li derekê teqîna bombeyan tiştekî nebaş e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ev çalakiyên bi vî awayî yên ku tê de nayê zanîn ew ê kî bibin hedef, ew ê kesên ku li wê derê bimirin kî bin, neteweya wan çi ye  ne çalakiyên teswîpkirinê ne.Lê belê cihinan wiha hene ku ev yek wehametê zêdetir dikin.Di arafeya eydê de heger ku li Medînê  tiştekî bi vî awayî tê kirin wê demê divê temamê Mislimanan li ser vê yekê bifikirin. Ez hêvî û temenî dikim ku cardin tiştên bi vî awayî pêk neyên.Divê tu derê dinyayê tiştên bi vî awayî pêk neyên, nexasim jî li bajarên ku lê pîroziyên İslamê hene divê qet pêk neyên.”

Piştî ziyareta ku hat kirin Yapicioglu û lijneya pêre ziyaretên xwe domandin.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir