• DOLAR 32.512
  • EURO 34.748
  • ALTIN 2490.755
  • ...
Evîndarên Pêxember eyda hevdû pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatoriya Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ya ku li Diyarbekirê bi bernameyên Mewlûda Pîroz tê naskirin li Diyarbekirê bernameya pîrozbahiya eydê tertîp kir.Xelk eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.

Bernameya eydê, li Sumer Parka Diyarbekirê bi tîlaweta Qur`anê dest pê kir û bi tekbîr û selewatan berdewam kir. Arîkarên  Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel, Vedat Turgut, Huseyîn Yilmaz û çend kesên din ên ji partiyê û her wiha gelek rayedarên STKyan endam û dildarên saziyên siwîl jî beşdarî bernamê bûn.

Koordînatorê Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal di bernamê de balan kişande li ser hikmeta meha Remezanê û diyar kir ji bo ku mirov karibe bibe evdekî/ê eseh divê ji sozên ku hatine dayîn re ew kes sadiq bımîne.

Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê ew feyzên ku di meha Remeznê de hatine bidestxistin neyên windakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Werin em guh bidin peyamên Qur`anê û bi şikleke şipşidandî xwe  Quranê hembêz bikin.Hûn çendîn carî şahid bûne ku ka ew kesên ku Qur`anê hembêz dikin bi çi awayî bûne xwediyê qedr û qiymetê .Bi izna Xwedê heke em Misliman jî Qur`anê hembêz bikin em ê jî li ba qeta Xweda bibin xwediyê qedr û qiymetê û em bi izzetê qezenc bikin.Werin em cardin Qur`anan bikin taca serê xwe, bila ew di refan de nemînin û em wan ji qewlikên wan derxînin. Di serî de em û her wiha zarokên me em biçin mizgeftan da ku em Qur`anê hîn bibin.”

Unsal di dawiya axavtina xwe de diyar kir heger ku em meha Remezanê bi heqê wê borandibe wê demê eyd ji bo me eyda eseh e.(ÎLKHA)




























 

Bu haberler de ilginizi çekebilir