• DOLAR 32.523
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2422.288
  • ...
Cejna ewil ên malbatên ku ji Sûrê koç kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cejna ewil ên bê mal ên malbatên ku ji ber qedexeya  derketina derve û şerê navçeyê mecbûr maye malên xwe terk kiriye bi şiklekî hezinandî derbas dibe.

Salîha Mogulganiya ku li Taxa Fatîh Paşayê dijiya û ji ber şerê navçeyê mecbûr ma ku ji wir koç bike bi şiklekî kelegirî qala cejnên navçeya Sûrê yên berê kir.

 “Li vir ne îd ne jî têkiliyên cîrantiyê heye”

Mogolganî diyar kir ku wê 45 sal di heman taxê de îdan derbas kiriye. Dûvre Mogolganî wiha axivî: “Me li Sûrê bi cîranên xwe re cejn û îdn derbas dikir. Min 2 kîlo şekir ji bo zarokên taxê distand. Dîsa têra wan nedikir. Ew qa ku zarok dihatin îdê. Ji ber pevçûnan ez mecbûr mam ku koç bikim. Niha li Taxa ku ez dijîm tu kes nayê îdê. Li taxa me ya berê em ji hemiyan memnûn bûn. Cejn pir xweş derbas dibûn. Lê li vir ne îd ne jî têkiliyên cîrantiyê heye.”

Mogolganî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji Sûrê koç kir û em hatin vir. Xizmên me ji ber ku mala me nas nedikirin nehatin îdê. Li taxa meya kevin de kilîda deriya mala me tunebû. Yanê em ew qas bi kêfxweş û aram bûn. Ez hinek cîranên xwe yên berê dibînim ew dest nîşan dikin ku wan jî bêriya van rojan kirine.” Ez mal û taxa xwe dixwazim.”

 “Em cejna xwe ji mala xwe ya ku çendîn sal em tê de jiya ne dûr derbas dikin”

Yekê ji mexdûrên bi navê Zekiye Bagriyanik jî diyar kir ku cejnên berê xweştir bûne. Bagriyanik diyar kir ku di gel her tiştî ew hewl didin ku îdê bi şiklekî kêf xweş derbas bikin. Dûvre wê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li taxa me ya berê hemî cîranên me baş bûn. Em bi cîranên xwe re wek malbat bûn. Em cejna xwe ji mala xwe ya ku çendîn sal em tê de jiya ne dûr derbas dikin. Mêvanên me berê zêde çêdibûn. Lê niha tu kes adresa mala me nizane.”

Şehadeta 5 salî jî diyar kir ku kêfa wê pir ji cejnan re tê û cejna li Sûrê xweştir bû. Dûvre Şehadet wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê îd pir xweş bû. Min şekir berhev dikir, min bi hevalên xwe re dilîst û ez bi xûşka xwe re digerîma. Me şekir dida kesên ku dihatin mala me. Hevalên min ên li wir hemî koç kirin. Min ji hevalên xwe pir hez dikir. Li vir hevalên min tune ye.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir