• DOLAR 32.505
  • EURO 34.975
  • ALTIN 2430.19
  • ...
"Înşaellah dê ev bibe cejna me ya herî dawî ya lê xerîbiyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên Sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî revîne û hatine li Tirkiyê Sitirîne ji ber ku cejnakî din jî di xerîbiyê de derbas dikin pir xemgîn û hezinandî ne. Ew ji bo ku ev bibe cejn û îda herî dawî ya li xerîbiyê dua dikin.

Malbatên Sûrî yên ku nêzî 3 salan e hatine li navçeya Qosera Mêrdînê sitirîne deriyên malên xwe ji ÎLKHAyê re vekirin.

 “Em pirr zehmetî dikêşin”

Sermiyanê malê Yusuf Hasan diyar kir ku ew ji Şama Sûriyê hatine. Dûvre wî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em nû hatibûn baş bû. Kar hebû. Ev nêzî salek e ku kar tune. Ez bi malbata xwe re di qata jêrzemînê de dijîm. Her meh 350 lîre kirê didim. Em pir zehmetî dikêşin.”

 “Em îdê li malê derbas dikin”

Yusuf Hasan qala cejnên li Sûrî kir. Hasan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li Sûrî bûn em sibe zû diçûn mizgeftê. Piştî nimêjê em wek koma nêzî 100 kesî diçûn ser mexberan. Dûvre em dihatin malê û me cejna malbatên xwe pîroz dikir. Dûvre jî em diçûn malê cîran û xizmên xwe me cejna wan pîroz dikir. Dayîka min li vir wefat kir. Me wê li vir defin kir. Li vir piştî ku em ji mizgeftê derketin ez çûm min gora dayîka xwe ziyaret kir. Em naçin tu derê. Em îdê li malê derbas dikin.”

 “Em mane di hesreta maçkirina destên dê û bavên xwe”

Cîhan Feteha nexweş a pîreka Hesenî wiha qala pirsgirêkên xwe kir: “Ev jiyan wellahî jiyan nîne. Berê me li Sûrî bi şiklekî xweş cejn derbas dikir. Niha em tenê ne. Em li nav xizm û sahibên xwe bûn. Me sibeya îdê destên dê, bav û kekên xwe maç dikir. Niha her yekî ji me li derekî din e. Dê û bavên me li Sûrî ne em jî li vir in. Ji me pirr hez dikirin. Dema ku dibe îd niha çavên wan li me digerin. Em mane di hesreta maçkirina destên dê û bavên xwe.”

 “Cejnên li Sûrî çêtir bûn”

Huseyîn Hesen Yusufê 10  salî diyar kir ku destên dê û bavê xwe maç kiriye. Dûvre Hesen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê me li Sûrî cejn pîroz dikir. Niha em li vir cejn pîroz dikin. Lê cejnên li Sûrî çêtir bûn. Bes ez dixwazim ku rojên berê werin.”

 “Înşaellah dê îd were Sûrî jî”

Welatiyekî Sûrî ya ku nexwest navê xwe bide wiha axivî: “Mal, milkên me hebû. Me her tişt hêşt û em revîn. Me got bila zarokên me nemirin me her tiştî hêşt û em hatin li Tirkiyê sitirîn. Li vir cejn pir zehmet e lê dîsa em ji Tirkiyê re teşekur dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir