Ji zimanê zarokan eyd
Zarokên Diyarbekirî yên ku Eyda Remezanê bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dikin diyar kirin divê di eydê de zarokên êtîm û sewî neyên jibîrkirin.
Zarokên Diyarbekirî yên ku kelecana Eyda Remezanê dijîn derî bi derî geriyan û şekir berhevkirin û her wiha kêfxweşiyên xwe li derdora xwe belav kirin.
Zarokên Diyarbekirî yên ku li sikakan dibin wesîleya dîmenên rengîn anîn ziman ku divê di eydê de zarokên êtîm û sewî neyên jibîrkirin.
Ji zarokan kesa bi navê Ozlem Erdogan a ku bextewarî û şadiya wê di rûyê wê de dihat xuyakirin diyarkir eyd pir xweş e û ew dapîra xwe ziyaret kiriye û destê wê maç kiriye.
“Ez eyda zarokên Sûriyeyî û malbatên wan pîroz dikim”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber minasebeta îdê dê û bavê wê jê re cil û bergên nû kirîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev eyd pir xweş derbas dibe.Me Remezanê qedand û a niha eydê pîroz dikin.Ez îro pir kêfxweş im û wext xweş derbas bû.Ez serê şeveqê zû şiyar bûm û min îda mezinên xwe pîroz kir.A niha jî ez şekir berhev dikim.Ez eyda wan zarokên Sûriyeyî yên ku ne wek min in û eyda malbata wan pîroz dikim.”
Muhammed Şeyhmuz Arinçê ku diyar kir pêwîst e di eydê de kesên êtîm û sewî bên dilxweş û dilşadkirin û wiha axivî: “Ez serê şeveqê zû şiyar bûm, min eyda mezinên xwe pîroz kir.Dû re jî ez çûm nimêj û ziyareta goristanê.”
Divê em di eydê de êtîman ji bîr nekin
Kesê bi navê Bunyamîn Erdogan jî di derbarê eydê de diyar kir eyd pir xweş in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malbata min ji min re cil kirî.Min serê şeveqê eyda dê û bavê xwe pîroz kir û ez çûm nimêj û ser mezelan.Eyd pir xweş e lê êtîmên ku nikarin weke me eydê pîroz bikin hene ku divê ew neyên jibîrkirin.”(ÎLKHA)