• DOLAR 32.591
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2508.478
  • ...
HUDA PAR, qebrên şehîdên 6-7ê Cotmehê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel, Mehmet Huseyîn Yilmaz û Vedat Turgut gorên şehîdên 6-7ê Cotmehê û ya Şehîd Aytaç Baranî yên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin ziyaret kirin.

Ji xeynî Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel, Mehmet Huseyîn Yilmaz û Vedat Turgut Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu jî beşdarê lijneyê bû.

Piştî Tîlaweta Qur’ana Pîroz Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel diyarkir digel zindankirina dinyayê yên zaliman ew hewl didin ku bi şiklekî xweş îd û cejnan bijîn.

Dûvre Temel wiha axavtina xwe domand: “Rastî wateya îdê kêfxweşî ye. Pêwîst bû ku Misliman îro di kêf û şahiyê de bûbûna. Lê ji ber ku li gelemperê erdnîgara Îslamê û di taybet de jî li erdnîgara me xwîn diherike û şîn û girîn heye îd û cejn wek hizn û şînê derbas dibe. Ev cejn jî wek cejnên din dilşikestî derbas dibe. Ev şehîdên ezîz yên ku me wan ziyaret kirine şehîdên Cejna Qurbanê ne. Wan wekê Hz Îsmaîl ji kêrê re sitûyên xwe xwer kiribûn lê di şûna beranan de wan laşên xwe qurban kirin. Ji ber vê yekê em nizanin ku cejn û kêf û şahî ye. Lê gor gotina Ustadî; ‘Di vî înqilabên îstîkbalê de dê dengê herî bilind bibe yê Îslamê.’ Ji ber vê yekê em hêvîdar in. Digel her tiştan û digel zilmên ku zalim li me dikin em hewl didin ku bi şiklekî xweş îd û cejnan bijîn.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir