• DOLAR 32.369
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2325.276
  • ...
Ji Edîp Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Îda Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş bi minasebeta Îda Remezanê peyamek nivîskî weşand. Rêber di peyamê de cejna alema Îslamê pîroz kir ku şîretan li Mislimanan kir.

Di peyama ku ji teref Boruya Çapemeniya Cemaeta Hîzbullah ve wek îmzaya Edîp Gumuşî hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Hemd ji Xwedayê Rebbê Alemê re ku îsal jî Meha Remezanê, şevên wê, bi taybet şeva Leylet’ul Qedrê da nîşanê me. Ez cejn û îda alema Îslamê tebrîk dikim û ji Xweda hêvî dikim ku ev roj bibe wesîla vekirina  rêya zafera Îsalmê.”

 “Ez îda malbata şehîdan û cejna birayên xwe yên ku umrê xwe di zindanê de derbas kirine pîroz dikim”

Gumuş bi taybet cejna kesên ku ji bo dînê Îslamê xizmet kirine û ji ber vê yekê hatine girtin tebrîk kir. Dûvre di peyamê de wiha hat belavkirin: “Ez îda malbata şehîdan, cejna birayên xwe yên ku umrê xwe di zindanê de derbas kirine û her wiha mihacirên ku ev demeke dirêj e ku ji malbata xwe dûr in pîroz dikim. Ez temenî dikim ku dê Xweda ecr û mikafata wan bê hed û hesab bide înşaellah.”

 “Bi taybet ez cejna xuşk û xuhayên xwe yên fedakar tebrîk dikim û dixwazim ku ew him qewlî him jî fiîlî me ji di duayên xwe de bînin bibîranîn”

Ez bi taybet cejna xuşk û xuhayên xwe yên fedakar yên ku zilamên wan ya şehîd bûne yan jî hatine girtin wan bi şiklekî fedakarane ji zrokên xwe re him bûne dê û him bûne bav û her wiha wan ji fitne û fesadiyan parastine û ji doza Îslamê re kar kirine tebrîk dikim. Ji wan dixwazim ku ew him qewlî him jî fiîlî me ji di duayên xwe de bînin bibîranîn.”

 “Malbatên şehîdan û yên girtî emanetên me yên herî hêja û ezîz in”

Peyam wiha hat domandin: “Ez ji Xweda niyaz dikim ku ji vir pê ve birayên me yên di zindanan de bigihêjin malbatên xwe, mihacir vegerin welatên xwe û sefên me mihkem û qewîntir bibe. Ez ji Mewla dixwazim ku Xweda bi birayên me yên girtî re sefera hec û umrê bike nesîbê me. Malbatên şehîdan û yên girtî emanetên me yên herî hêja û ezîz in. Parastina wan û temînkirina ihtîyacên wan armanca me ya herî mezin e.”

 “Ez bawer dikim ku dê xuşk û birayên min zarokên xwe terkê nefs û şeytanan nekin”

Gumuş hişyarî da pêwîst e ku Misliman zarokên xwe terkê nefs û hawîrdora şeytanê nekin. Dûvre Gumuş wiha ragihand: “Bi taybet divê xuşk û birayên min ên ku wek mihacir jiyana xwe didomînin zarokên xwe terkê hawîrdorên xirab nekin, wan biparêzin û xwedî li doza xwe derkevin. We her tiştên xwe binpê kir û we di rêya doza xwe de her tiştên xwe feda kir. Ez bawer im kesên ku bi vî qasê fedakarî kirine dê zarokên xwe terkê nefs û şeytanan nekin û wan ji hawîrdorên xirab re behêlin.”

Her wiha di dawiya peyamê de hat dest nîşankirin divê ku li dijî civaka ku hewl tê dayîn were îfsadkirin tekoşîn û micadele were dayîn. Dûvre wiha bal hat kişandin: “Ez cejna birayên xwe yên ku di Meha Remezanê de ji îklîma manewî îstîfade kirine û rojî girtine, nimêjj kirine û zekat dane wek mîlad dihesibînim. Temenî dikim ku Îslamê baş bixwînin û xwe bi ilmê bixemilînin. Her wiha ez diyar dikim divê ku hûn bi şev û roj  bi îxlas û teqwa zêdetir bixebitin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir