• DOLAR 32.603
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2496.525
  • ...
 "Sedama temamê tevlîhevî, pevçûn û  şeran sîyonîstên îşxalker in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku hat weşandin de ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hat bîranîn û di peyamê de wiha hat ragihandin: “ Em ji Rebbê xwe niyaz dikin îro bibe wesîleya rizgariya Mescîda Eqsa  û Qudsa Şerîf û her wiha em ji Rebbê xwe niyaz dikin îro bibe wesîle ku alema Îslamê ji vê belavbûn û parçebûnê xelas bibe. Digel îlankrina ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ ew sînorên ku di navbera ummeta Îslamê de bi xetkêşê hatine xezkirin hatine rakirin .Ev teşebusa bi xêr fiilen peymana îxanet û şerm ê Camp Davîdê  bi dawî aniye.Ev teşebusa bi xêr divê ji teref hemû kesên ehlê qiblê û miwahîdên  ku dixwazin di xala wehdetê de bên bal hev ve bê xwedîderketin.

Sedama temamê tevlîhevî, pevçûn û  şeran sîyonîstên îşxalker in

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat ragihandin sedema tevlîhevîyên ku li erdnigarîya Îslamê rû didin sîyonîstên îşxalker in û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Di Qur’anê Azîmuşşan de qala Qudsê tê kirin ku ev yek jî ji me re nîşan dide ku Quds ji her Mislimanekî re emaneta Îlahî ye.Îro bûyer û tevlîhevîyên ku li çar alîyên erdnigarîya Îslamê rû didin bi sîyonîstên îşxalker ve girêdayî ne.Di vê bargehê de xwedîderketina Qudsê divê bê fêmkirin xwedîderketina ummetê ye.Bi heman awayî parastina azadiya Qudsê jî parastina azadiya ummeta Îslamê ye.Divê ev bi vî awayî bê zanîn.”

Mucadeleya ku weke ‘Şerê Ereb-Îsraîl’ tê nîşandan di ya rastiyê de ‘Şerê Heq-Batilê ‘ ye

Tiştên ku li  Fîlîstînê pêk tên şerê Ereb-Îsraîl nînin berevajî şerê Heq û Batilê ye.Dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Sîyonîstên îşxalker  digel çavkaniyên propaganda û hêza eskerî di aleyha Fîlîstîn û Mislimanên dinyayê de di warê Fikra Neguherandina Statukoyê de parîkek bi ser ketine.Encax di wextekî wiha yê ku tê de hêvî tefiyane de îlankirina Roja Qudsê ya Cîhanê di warê xwedîderketina Doza Fîlîstînê de bûye wesîle ku Misliman hişyar bibin.Her wiha ew mucadeleya ku weke ‘Şerê Ereb-Îsraîl’ tê nîşandan di ya rastiyê de ‘Şerê Heq-Batilê ‘ ye.Navê vê mucadelê hatiye aşkerekirin.”

 “Di warê pêkanîna planên şeytanî yên sîyonîstan de çekê wan a herî mezin fitneya mezhebî ya ku di nav Mislimanan de ew ê derbikve ye”

Di berdewama peyamê de hat ragihandin di warê pêkanîna planên şeytanî yên sîyonîstan de  çekê wan a herî mezin fitneya mezhebî ya ku di nav Mislimanan de ew ê derbikeve ye.Ji bo Dinyaya Îslamê di vê qerna herî dawî de bobeleta herî mezin Nekbe 2 ye.Digel Nekbê di sala 1948an de xençera bi jehr a sîyonîstan di dilê Alema Îslamê de hatiye çikandin.Ji wê rojê ve li Erdnigariya Îslamê tu car şer û pevçûn kêm nebûn û di ser de jî Misliman  bi wan dêk û dolabên şeytanî her tim lêbikîn û hêj jî dilebikin.Hedefa ewil a sîyonîstan li Fîlîstînê tinekirina Fîlîstîniyan û şîar û pîroziyên Îslamê ye. Di warê pêkanîna van planên şeytanî yên sîyonîstan de  çekê wan a herî mezin fitneya mezhebî ya ku ew ê di nava Mislimanan de derbixin e.”

“Îxtîyaca Dinyaya Îslamê ya ku ev bû 5 sal ji ber meseleya Sûriyê ji hev parçe bûye ji bixweve hatine  heye”

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin pêwîst e Misliman li dora Mescîda Eqsayê û li dora Qudsa Şerîf sefên xwe bijdînin û wiha dawî li peyamê hat anîn: “ Ew lehengê ku feresata îlankirina Roja Qudsê ya Cîhanê li ser xwe digire bû wesîle planên ku di dehlîzên tarî  de ji teref Pentegon û Tel Avîv ve hatine amadekirin têk biçin. Îxtîyaca Dinyaya Îslamê ya ku ev bû 5 sal ji ber meseleya Sûriyê ji hev parçe bûye ji bixweve hatine heye.Em wek HUDA PARê bang dikin da ku Misliman li dora Mescîda Eqsayê û li dora Qudsa Şerîf sefên xwe bijdînin.Em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku ev şev bibe wesîleya pêşveçûna biratî û digelheviya me.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir