• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama Leylet'ul Qedrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember bi wesîla Leylet’ul Qedrê peyam weşand. Di peyamê de temenî hat kirin ku ev şev bibe wesîla xêr û xilasiya alema Îslamê.

Di peyama ku tê de qala Leylet’ul Qedrê hat kirin û Sûreya Qadîrê hat weşandin de bal hat kişabdin û kêfxweşî û xweşbextî di vî şevê de veşartî ye.

Di peyamê de hat belavkirin ku ev şev pi bixêr û bi bereket e. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Leylet’ul Qedr ji bo ku mirov ji qirêjayê were şuştin ji her Mislimanê re firset e. Qedr û qîmeta vî şevê dide nîşandan ku Xwedê Teala çi qas mîhrîban û bi merhemet e. Hikmetek din a vî mehê jî ew e ku di vî meha ku bes ji bo rizayê Xweda rojî tê girtin û şeytan tên girêdan de ji ber ku bi nefsê re micadele tê kirin pir girîng e. Xweda piştî vî xebata mezin û mezzem dixwaze hediye bide evden xwe.”

Di peyamê de hedîsên Pêxember ên di derbarê Leylet’ul Qedrê de hat bibîranîn. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Divê ku evd di vî şevê de nekevin xefletê. Muhesebe were kirin. Pêwîst e bê zanîn ku seadet û kêfxweşiya dinya û axîretê jî di vî şevê de veşartî ye. Divê ku carek din em acziyeta xwe qebûl bikin û litf û kerema Xweda bi şiklekî semîmane bixwazin. Wek alema Îslamê ji bo ku ev barê mûsîbet û îmtîhanê sivik bibe em pir dua bikin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir