• DOLAR 32.525
  • EURO 34.746
  • ALTIN 2487.904
  • ...
SON DAKİKA
HUDA PAR di derheqê Leyletul Qedrê de peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta Leyletul Qedrê peyameke tebrîkê weşand, di peyama ku hat weşandin hat temenîkirin ev Şeva Qedrê ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran.Di peyamê de her wiha hat destnîşankirin divê Misliman îxtîlafan deynin rexekî û li dijî dijminên însanetîyê bibin yek.

Di peyama ku hat weşandin de bal hatin kişandin li ser zehmetiyên ku alema Îslamê dikşîne û wiha hat ragihandin: “Em wek alema Îslamê di nava musîbetan de dikin bixeniqin, gelek êş û em elemên mezin dikşînin û gelek bela û  musîbet tên serê me.Em di vê Şeva Qedrê ya ku em ê îdrak bikin de ji Rebbê xwe niyaz dikin û dixwazin ku ev şev ji ummeta Îslamê bibe wesîle ku deriyê felahê li ber bê vekirin û dîsa ji bona mustezaf û mazlûman bibe wesîleya rizgariyê û  her wiha em ji Rebbê xwe daxwaz û temenî dikin ev şev ji bo însanan bibe wesîleya xêran.”

Di berdewama peyamê de  hat bîranîn ku Qur’ana Kerîm di nava vê mehê de nazil bûye û ev meh ji hezar mehî bi xêrtir e û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin : “Di şeveke bi vî awayî de pêwîst e her Misliman ji bona erdnigarîya Îslamê bigihije sulh û selamete dia bike û her wiha ji bo alema însanetîyê di nava edalet û wekheviyê de bijî dîsa pêwîst e ku her mumin ji Rebbê me re dia bike û jê vê yekê teleb bike.”

“Her Misliman divê şedîdbûna li dijî dijminên însanetîyê wek wezîfeyekê ji xwe re  pêwîst bibîne.”

Di dawiya peyama ku ji teref HUDA PARê ve hat weşandin de wiha hat diyarkirin : “Di vê meha ku tê de şeytanên cînnî hatine zîncîrkirin pêwîst e her Misliman li dijî lîstik, xap, dek û dolabên şeytanên însî hişyar be û her wiha pêwîst temamê Mislimanan li dijî birayên xwe bi merhemet û li dijî dijminên însanetîyê jî şedîd bin ku divê ev yek wek wezîfeyekê bê telakî û îdrakkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir