• DOLAR 32.568
  • EURO 34.867
  • ALTIN 2431.883
  • ...
Li Diyarbekirê Bernameya Roja Qudsê ya Cîhanê û bibîranîna Şêx Seîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya ku ji teref Platforma Qudsa Azad ve hat lidarxistin de hat diyarkirin heta hebûna sîyonîst îsraîlê hebe dê ji bo Mislimanan dawî li pirsgirêkan neyê û divê ku doza Şêx Seîdî baş were fêmkirin.

Bername, li navçeya Sûra Diyarbekirê di Qada Şêx Seîd de hat lidarxistin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Serokê Platforma Qudsa Azad Fîkrî Karavîl, nunerên STKyan û gel beşdarê bernamê bûn.

Bi sedan pîrek û zilam bi secadeyên xwe ve hatin qadê û nimêja terawîhan li wir eda kirin. Dûvre Serokê Platforma Qudsa Azad Fîkrî Karavîl daxuyaniya di derbarê bernamê de xwend. Karavîl anî bibîranîn ku Mescîda Eqsayê ji bo Umeta Îslamê beldeya muqedes a 3 yemîn e û di dîroka mirovahiyê pê ve gelek Pêxemberan li vir tekoşîn kiriye.

Karavîl daxuyaniyê wiha domand: “Îro, ne roja Ereb ne roja Tirk ne roja Faris û ne jî bes roja Kurdan e. Îro ne roja şiî û ne jî roja sunniyan e. Îro roja Mislimanên cîhanê, roja bereket û piştgiriya bi Qudsê re ya ku ji teref Xweda ve hatiye dayîn e. Îro roja xwedî derketina li Qudsê ye.”

 “Heta hebûna rejîma îsraîlê bidome dê dawî li pirsgirêkan neyê”

Karavîl bal kişand heta ku hebûna rejîma îsraîlê bidome dê dawî li pirsgirêkan neyê. Dûvre Karavîl wiha pê de çû: “Heta hebûna rejîma îsraîlê ya xeyrê meşrû hebe ya li erdnîgara Îslamê hebe dê dawî li pirsgirêkên Tirk, Kurd, Ereb û Farisan neyê. Dê pirsgirêkên di nabeyna Mislimanan de mezintir bibin. Dê di şerên navxweyî de rijandina xwîna me bidome û dê zarokên me wek hêtîm û pîrekên me jî wek jinebî bimînin. Dê îzeta me ya di bin esareta zîletê de bidome.”

 “Berxwedana dijî zulma îsraîlê wezîfekê Îslamî ye”

Karavîl bal kişand ku berxwedana dijî zulma îsraîlê wezîfekê Îslamî ye. Duvre Karavîl wiha axavtina xwe domand: “Heke îşqala axa ku ji teref Xweda ve wek muqedes hatiye diyarkirin bidome dê di axîretê de ev hesab neyê dayîn. Di vî heyama ku erd û axên Îslamê bi bot û pêlavên necis tên cûtin dijîhevbûna Mislimanan, mijûlbûna bi rojeva ku emperyalîst diyar dike û xwedîkirina dijminên Îslamê heram e. Xelasiya me ew e ku em hemî bi hev re xwe bi benda Xweda bigirin.”

 “Birayên me di rêya Qudsa Azad de şehîd bûn”

Karavîl diyar kir ku îşqala Sîyonîst îsraîl ji 14ê Gulana 1948an pê ve didome. Dûvre di daxuyaniyê de wiha bal hat kişandin: “Di vî pêvajoyê de em bûn şahid ku xwîna sed hezar Mislimanan hat rijandin. Axên Qudsa Pîroz her rij bi qetlîamekê nû şiyar bû. Deyr Yasîn, El Halîl, Cenîn û Xeze bes derên ku qetlîam pêk hatine ji çend deran ji wan e. Fîloya alîkariyê di avên navneteweyî de ji bo ku alîkariya gelê belengaz ê Flîstînê bike di 31ê Gulana 2010an de dûçarê êrîşa Sîyonîstan bû. Di encama vî êrîşê de 10 biryaên me yên di Keştiya Mavî Marmarayê de di rêya Qudsa Azad de şehîd bûn.”

Karavîl ragihand ku piştî vê êrîşê têkiliyên bi îsraîl re hatibûn sekinandin. Lê div an rojên dawî de hewl tê dayîn ku têkilî jî nû ve çêbe. Ev yek jî mirad û mexseda Mislimanan di ber de dihêle.

 “Ev peyman abloqeya Xezeyê ranekiriye”

Karavîl destnîşan kir hêj ku jana Mavî Marmarayê jibîr neçûye ev peymanên ku di nabeyna îsraîl û Tirkiyê de tên îmzakirin bes fayde dide îsraîlê. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di vî peymana ku hewl tê dayîn bidin nîşandan ku ji bo fayda Mislimanên Filîstînê ye de abloqe û dûrpêçkirin nehatiye rakirin. Sivikkirina kismî ya dorpêçkirinê û domandina dorpêçkirinê qezenc nîne. Berevajî dorpêç û abloqeyê meşrû dike.”     

Di domahiya daxuyaniyê de qala salvegera 91 emîn a şehadeta Şêx Seîd û yên 46 hevalên wî hat kirin.

 Pêwîst e ku Misliman tekoşîna Şêx Seîd baş fêm bikin”

Karavîl anî bibîranîn ku Diyarbekir di 29ê Hezîrana 1925an de bûye şahidê zilm û qetlîamekê mezin. Dûvre Karavîl wiha axivî: “Bi biryarên dereqanûnî û kefî yên Mehkemeyên Îstîklalê alimek Îslamê û 46 hevalên wî îdam kirin. Hemî Misliman bi taybet gelê Kurd pêwîst e ku tekoşîna Şêx Seîd baş fêm bikin. Divê ku neyê jibîrkirin ku Şêx Seîd li ber sêpêya îdamê wiha axiviye; ‘Ez natirsim ku dê hûn min bialîqînin. Bê guman mirina min ji bo Xweda û Îslamê ye.’”

“Mihebeta jê re digel zextan roj bi roj zêde bû”

Karavîl wiha dawî li daxuayniyê anî: “Mihebbet û nêzikayiya jê re digel zextan roj bi roj zêde bû. Şêx Seîd di nezdê gel de pir hêja û giramî bû. Gel bendewar e ku dewlet di derbarê vê yekê di li ber medyayê uzr bixwaze û dewlet eşkere bike ku Şêx Seîd li kû derê definkirî ye.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir