• DOLAR 32.512
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2433.538
  • ...
Rêya nêzî 100 gund û gundikî li benda asfaltkirinê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên gund û gundikên ku girêdayê navçeya Qabilcewza(Sason) Batmanê ne diyar kirin heta îro rêya gelek û gund û gundikan bê asfalt mane û bang li kesên rayedar kirin da ku di vê bargehê de tiştinan bikin. Rêyên gundê Piveya ku nîştecihên wê eslê xwe seyîd in û gelek gund û gundikan din heta îro rûyê asfaltê nedîne.Ji ber vê yekê dibe sedem ku pirsa ‘Gelo gundên  Qabilcewzê bêxwedî ne?’ bê pirsin.

Nîştecihên gundê Piveya Qabilcewzê di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û diyar kirin gundê wan û nêzî 100 gundê din heta îro rûye asfaltê nedîne. Nîştecih her wiha diyar kirin rêyên gundên wan di demasala zivistanê de her tim tên girtin.Ji ber vê yekê kesên nîştecih bang li kesên rayedar kirin da ku bi vê meselê eleqedar bibin.

Kesê bi navê Ebedîn Yilmazê ku nîştecihê gundê Pivê ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Rêya gundê me teng e û erebe nikarin hevdû derbas bikin. Ji gundê Derincê heta gundê Pivê di sê xalan tenê de wesayît dikarin hevdû derbas bikin.Vêgavê tevlî gundê me rêya nêzî 100 gundî nehatiye asfaltkirin.Em dixwazin kesên rayedar rêya gund fireh û asfalt bikin.Ji ber ku rêya gundên me bê asfalt in wesayîtên me zirarê dibînin û di dema hatin û çûyînê de em zehmetiyê dikşînin.Dema ku kesek nexweş dikeve em perîşan dibin.Nexasim di demasala zivistanê de heyat disekine.”

 “Heger ku problema me ya rê bê çareserkirin ew ê ev xweşikayiyên xwezayê karibin bên keşifkirin”

Kesê bi  navê Naîf çelîk jî di derbarê mijarê de diyar kir li gundê wan nêzî 400 nefsî dijî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gundê me bi heman awayî gundê seyîdan e.Gundê me bi xweşikayiyên  xwe yên xwezayî tête nasîn.Li gundê me gwîz û hingiv gelek e.Ji aliyê xwezayê ve gelek xweşikayî li gundên me hene.Li gundê me ji 300î zêdetir kaniyên dîrokî hene.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir gundê wan ji aliyê xweşikayiyan ve ji Behrareş xweşiktir e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê rêya gundê me nebaş in.Ji ber ku rêyên me teng û bêasfalt in em zehmetiyê dikşînin.Divê kesên rayedar demildest  projeya asfaltê bidin destpêkirin. Kesên rayedar divê bên li vê derê lêkolînan bikin.Em dizanin hikûmet di warê tendurîstî û ragihandinê de jêhatiye.Em rica dikin bila ji bo gundên Sasonê tiştinan bikin.”

Her weke ku wê bê bîran me berî niha di derheqê gund de çend xeberên din jî çêkiribû û derd û kulên gundîyan anîbû ziman .Encax heta niha ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin tu gav nehatine avêtin.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir