Wezîr Ala: Ji 43 kesên ku mirîne 19ê wê biyanî ne
Wezîrê Karûbarên Hindir Ala diyar kir ku jimara kesên ku di teqîna Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 43yan û ji vê 43 kesê 19ê wê biyanî ne.
Wezîrê Karûbarên Hindir Efkan Ala di derbarê êrîşa ku li Stenbolê pêk hat de daxuyanî da. Ala destnîşan kir ku wisa xuya dike ku êrîşê DAÎŞ lidar xistiye.
Ala di axavtina xwe de ji kesên ku di êrîşa Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji malbatên wan re jî serxweşî, sebir û niyaz xwest. Dûvre Ala di derheqê êrîşê de agahî da.
Ji 43 kesên ku mirîne 19ê wê biyanî ne
Ala wiha axivî: “Heta niha 9ê wê Tirk û 4ê wê jî biyanî bi tevahî 13 kes di derbarê êrîşa Stenbolê de hatine binçavkirin. Ji 3 xwekujan nasnameya yekê diyar bû. Jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 43 ne. Ji vî 43 kesê 19ê wê biyanî ne. 3 kesên ku êrîşê pêk anîne tê de nîne. Niha 94 kes li nexweşxanê radizên.” (ÎLKHA)