• DOLAR 32.562
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2428.483
  • ...
 "Dabaş peyman, abloqeya îsraîlê ya li ser Xezeyê meşrû kiriye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nirxandina rojevê ya ku Navenda Giştî ya HUDA PARê weşand de peyamên girîng ên di derbarê nêzikbûna Tirkiye-Ûris, dewra nû ya bi îsraîlê re, israra Încîrlîkî ya Almanyayê, Şehadeta Şêx Seîdî û Qetlîama Susayê de hat dayîn.

Di derbarê nêzikbûna Tirkiye-Ûris de wiha nirxandin hat kirin: “Rageşiya Tirkiye-Ûris di encama politikaya derve ya çewt a di derheqê Sûrî de pêk hat.

Dema ku dabaş erdnîgara Îslamê bibe divê ku van her du xalan bidin ber çavan;

-Divê ku di vê erdnîgarê de ji xeynî parastina nefsî çek neyên bikaranîn û pirsgirêkên herêmê di şûna hêzên biyanî de bi welatên Misliman ên cîran re werin çareserkirin.

-Di vê bergehê de nêzikbûna Tirkiye-Ûris dê bi qedandina şerên Sûrî, bi taybet jî bi dawî lê hatina fitne û fesadiya di nabeyna kom û dewletên Misliman de re dê wek erênî bidome. Helbet tercîha me ew e ku vê pirsgirêkê kom û dewletên Misliman di nabeyna xwe de hel bikin.

Heke ev her du xalên ku heta îro wek çareser nehatiye dîtin pêk were eşkereye ku dê pêvajoya ji vir pê ve çêtir bidome.”

 “Divê ku saziyekî ya ku hemî alema Îslamê din av xwe de dihewîne were tesîskirin”

Di daxuyaniyê de di derheqê israra Încîrlîkî ya Almanyayê de wiha nirxandin hat kirin: “Hebûna telebên ewlehiyê ya di nabeyna du dewletên ku endamê NATOyê ne de normal e. Dema ku mijar di vî çarçovê de were nirxandin bes Almanya ne di serî de DYE welatên ku endamê NATOyê ne amadekirina leşkeran ya li Tirkiyê normal e. Lê me her tim diyar kir ku fayda vê yekê ne ji Tirkiyê re û ne jî ji Alema Îslamê re tune. Berevajî ev webalên him dinyayî û him jî uxrevî bi xwe re derdixe holê. Divê ku saziyekî ya ku hemî alema Îslamê din av xwe de dihewîne were tesîskirin.”

 “Di şûna rakirina abloqayê de sivikkirina şert û mercan nayê qebûlkirin”

Di 31ê Gulana 2010an de piştî ku ji teref sîyonîsta îşqalkerî ve êrîş li Keştiya Mavî Marmarayê hat kirin ji nû ve têkilî di nabeyna îsraîl-Tirkiyê de dest pê kir. Di daxuyaniyê de di derheqê vê yekê de wiha nirxandin hat kirin: “Piştî êrîşa ku 31ê Gulana 2010an ji teref sîyonîsta îşqalkerî ve li Keştiya Mavî Marmarayê hat kirin dûbare di 26ê Hezîrana 2016an de li Romaya payîtextê Îtalyayê di nabeyna Tirkiye-îsraîlê de peyman hat îmzakirin. Ev peyman ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Mislimanên mexdûr û feqîr ên Xezeyê nîne. Ev peyman fayda îsraîlê ye. Di şûna rakirina abloqayê de sivikkirina şert û mercan nayê qebûlkirin. Bi vî şiklê ev peyman abloqeya li ser Xezeyê ya îsraîlê merşrû kiriye. ”

Di daxuyaniyê de hat bibîranîn divê ku Misliman tu wext li îsraîlê ewle nebe. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Ev peymana ku di nabeyna Tirkiye-Îsraîlê de pêk hat xweşê gelê Filîstînê bi taybet gel Xezeya ku di bin abloqayê de ye nehatiye û ev peyman dilê Mislimanan rehet nekiriye. Her wiha çiqas hewldana kêfxweşkirina Xezeyê rast e ew qas jî peymana ku bi Îsraîlê re hatiye îmzakirin çewt e. Îsraîl xiyanet li pêxemberên xwe bi xwe kiriye û wan qetil kiriye. Em tînin bibîranîn divê heta ku ew dev ji îşqalkirina axê Filîstînê bernedin peymanên pê re were feshkirin û ji bo azadiya ji bo Mescîda Eqsa û Qudsê gav werin avêtin.”

“Şêx Seîd bi qiyama xwe ya şanaz re ji bo silametî û yekitiya ehlê îmanê mîsyona ulemayê pêk aniye”

Bi minasebeta sala 91 emîn şehadeta Şêx Seîdî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Di 29ê Hezîrana ku salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî ye de em carek din vê janê jiyan. Bi vê vesîlê di şeşxsê Şêx Seîdî de em şehadeta hemî şehîdên doza Îslamê qebûl dikin û silav li vê serhildan û qiyamê dikin. Şêx Seîd bi qiyama xwe ya şanaz re ji bo silametî û yekitiya ehlê îmanê mîsyona ulemayê pêk aniye.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ev cenga hanî ya ku bi nirxên Îslamî re tekirin bes li erdnîgara Kurdistanê ne li herderê cîhanê wek berxwedan hatiye pêşewazkirin. Divê di şûna hewlên ku tên dayîn xwedî li mîrasê ya 1300 salî de ne ev hişmendiya zordarî ya ku hewl dide vê şaristan û medeniyetê serûbin bike were lêpirsînkirin. Di vê qonaxa herî dawî de divê ku herkes bizanibe ku ev pergala ku li ser bingeha xwîna mezlûm û mustezefan hatiye sazkirin dê wiha nedome û divê ku ev yek were dîtin.”

 “PKK, bi mijandin û zulma xwe ya ku pêk aniye Keamlîzmê li paş hêştiye”

Di daxuyaniyê de di derheqê Qetlîama Susayê ya ku 24 sal berê li Gundê Susaya Farqînê ji teref PKKê ve hatibû kirin de jî nirxandin hat kirin. Wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji Tanzîmatê pê ve tişta herî çewt ya ku li vê herêmê dest pê kiri micadeleya bi Îslamiyetê re ya ku nîzam û întîzamê ji me re aniye bû. Pergalek bê pirs û bê pirsyar hat sazkirin. Lê berteka gel ji vê yekê re dereng nema. Ev 30 sal e ku li erdnîgara Kurdistanê tê idîakirin ku rêxistina PKKê wek bertek li dijî hişmendiya Kemalîzmê hatiye avakirin. Lê PKK, bi mijandin û zulma xwe ya ku pêk aniye Keamlîzmê li paş hêştiye.”

Wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Di bergeha hakimkirina binyada tekparêz de rêxistinê da nîşandan ku tu nirxên exlaqî, mabed, cî û belengaziyê nas nake û çendîn car êrîşên wehşiyane pêk aniye. Yekî ji wan êrîşan ew e ku di 26ê Hezîrana 1992yan de li Gundê Susaya girêdayê navçeya Farqînê însanên ku di mizgeftê de bûn hatin qetilkirin. Di gel 24 salan ev yek nehatiye jibîrkirin û dê bibîranîna van kesan û tel’înkirina zaliman bidome. Bi vê minasebetê em dîsa tînin bibîranîn ku dê misade neyê dayîn ku ew bazî û lîstikên li ser herêmê tên lîstin pêk werin. Bi tu şiklê jî giramiya ji Quranê û hezkirina Hz Muhemmed dê ji holê neyê rakirin. Wek HUDA PAR em di salvegera şehadeta van 10 însanên nazik û nazenîn carek din tebrîk dikin û di şexsê wan de silav li tekoşîna wan a pîroz dikin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir