Serokê Şaredariya Gercewsê ji wezîfê hat dûrxistin
Serokê Şaredariya navçeya Gercewsa Êlihê Abdulkerîm Kaya ji wezîfa xwe hat dûrxistin.
Serokê Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Gercewsa Êlihê Abdulkerîm Kaya ji teref Serokatiya Karûbarên Derve ve ji wezîfê hat dûrxistin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin Serokê Şaredariya navçeya Gercewsa Êlihê Abdulkerîm Kaya di bergeha ku bi binasiya ‘endambûna rêxistinê’ dihat rêvebirin de ji wezîfa xwe hatiye dûrxistin. (ÎLKHA)