Ji teref Serokomartiyê ve di derbarê hevdîtina Erdogan-Putîn de daxuyanî
Ji teref Serokomartiyê ve di derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan-Serokê Dewletê Rûsyayê Putîn de daxuyanî hat dayîn.Di daxuyaniyê de hat ragihandin xeberdana li ser telefonê baş derbasbûye.
Di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de hatiye weşandin de hat diyarkirin Serokomar Erdogan û Serokê Dewletê Rûsyayê Putîn li ser telefonê bi hev re hevpeyvîn kirine û ev hevpeyvîn baş derbasbûye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Li ser telefonê li ser girîngîya normalbûna pêwendiyên her du alîyan hat sekinîn. Her wiha bal hat kişandin li ser ehemiyeta pêngavên ji nû ve vejandin û geşkirina pêwendiyên her du aliyan û hevkariya di warê siyasî, îqtîsadî û qeyranên mirovî.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin Putîn êrîşa ku li Stenbolê hatiye kirin şermezar kiriye û ji Erdogan re serxweşiyên xwe aniye ziman.(ÎLKHA)