• DOLAR 32.544
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2424.583
  • ...
"Divê ku bi Îsraîl re tu têkilî çênebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê ve ji bo esnafê Sûrê ya ku  ji ber qedexeya derketina derve mexdûr bûne bernameya xwarina fitarê hat lidarxistin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Alîkarên Serokê Giştî M. Huseyîn Yilmaz, Vedat Turgut, Bahattîn Temel, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Serokê Şaxa Ciwaniya HUDA PARê Yasîn Dursun, gelê Sûrê û esnaf beşdarê bernameyê bûn.

Yapicioglu diyar kir him li hindirê welat û him derveyê welat bûyerên jan û dijwar diqewimin. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Herkes dizane ku ev demekê dirêj e ku ev bûyerên kovandar di vê erdnîgarê de diqewime. Li Sûrî ev 5 sal e ku şer didome. Ji wir wêde li Filîstînê çendîn sal e ku Sîyonîst Îsraîl zulm dike. Li gelek welatên Afrîqayê şer diqewime û gel bi birçîtiyê re rû bi rû maye.”

 “Êdî hişê însanan îşqal dikin û me berdidin hevdû”

Yapicioglu bal kişand ku êdî Emperyalîst naçin qadên cengan û zîhn û hişê însanan îlqal dikin. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî ji bo îşqalê leşkerên xwe naşînin. Hişê însanan îşqal dikin. Bi raya giştî medyaya civakî têkevin heta nav malên me û zarokên me ji me didizin û me berdidin hevdû. Hewl didin wiha berjewendî û menfaetên xwe dizivirînin.”

 “Ji bo ku nefes bistînin lêgerîna menfez û qewarê”

Yapicioglu bal kişand Tirkiyeya ku di vê heyama dawî de bi hemî cîranên xwe re pirsgirêk dijî hewl dide ku van têkiliyan sererast bike. Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji aliyekê ve peyamên ku ji Îranê re tên şandin, ji aliyekê ve hewldana sererastkirina têkiliyên bi Ûris re, ji aliyekê din ve jî peymana bi Îsraîlê re… Niha jî ji ber ku him têkiliyên Tirkiyeyê bi Emrîka û Yekitiya Ewrûpayê û him jî bi Rojhilatê re yanê bi cîranên xwe û Ûris re bi şiklekî xirab didome. Ev yek jî Tirkiyeyê têxist nav hissiyata dorpêçkirinê. Nêzikbûn û têkiliya bi Îsraîlê re û ahewldana têkiliyên bi Ûris re em wiha dinirxînin. Ji bo ku nefes bistînin lêgerîna menfez û qewarê.”

 “Divê ku bi Îsraîl re tu têkilî çênebe”

Yapicioglu di derbarê lihevhatina bi Îsraîl re de wiha axivî: “Em dibêjin divê ku bi Îsraîl re tu têkilî çênebe. Ji xwe tarîfkirina Îsraîlê ya wek dewlet jî gor me çewt e. Dê zeman bide nîşandan gelo dê ev dorpêçkirin rabe an ne. Rastî em dibêjin dê bi vî lihevhatinê re ev dorpêçkirin ji holê ranebe. Lewra Îsraîl heta îro soza ku daye pêk neaniye û dê vê yekê jî pêk neyîne.”

 “Heke hikûmet dixwaze ku Pirsgirêka Kurdan çareser bike divê neheqiyên ku berê hatine kirin qebûl bike”

Yapicioglu di derbarê Şêx Seîd û hevalên wî de wiha axivî: “Heke hikûmet dixwaze ku Pirsgirêka Kurdan çareser bike divê  neheqiyên ku berê hatine kirin qebûl bike. Ji van yekî jî qetlîama Şêx Seîd û yên hevalên wî ye. Her çi qas ev qetlîam bi destê mehkemê ve pêk hatibe jî rastî herkes dizane ku wan dadgeh û mehkeman vê biryarê çawa daye. Me berê diyar kiribû divê ku di derbarê vê yekê de uzrek fermî pêk wer û wek sembol navê Şêx Seîd li balafirgeha Diyarbekirê were dayîn. Divê ku gorên Şêx Seîd û yên hevalên wî werin tespîtkirin.”

Yapicioglu di derheqê operasyonên ku li Lîceya Diyarbekirê tê lidarxistin de jî wiha destnîşan kir: “Gor me diyar e ku perê vê tiryakê ji teref kî ve tê temînkirin û perê vê yekê ji diçe ji kî re. Ji xwe bes tiryak bi xwe sûca mirovahiyê ye. Kirina ticareta tiryakê û sakirina îmalata tiryakê kuştina komî ya însantiyê ye. Ji ber vê yekê divê ku bi tiryakê re tekoşîn wer.”

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şehmus Tanrikulu jî diyar kir mexdûrê vê texrîbata li herêmê ya herî mezin gelê Sûrê ye.

 “Dê ev pirsgirêk di demekî kurt de werin çareserkirin”

Tanrikulu diyar kir ji ber ku dewlet wezîfeya xwe baş nekir gel malên xwe terk kir, esnaf nekarî dikanên xwe veke û esnaf ket rewşa topavêtinê. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê vê yekê de me berê çendîn car daxuyanî dabû. Ez bawer dikim ku dê ev pirsgirêk di demekî kurt de werin çareserkirin.” (ÎLKHA)



 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir