Serokomar Erdogan di derheqê êrîşa Balafirgeha Ataturkê de daxuyanî da
Ji teref Serokomar Erdogan ve di derheqê êrîşa xwekujiyê ya ku li Balafirgeha Ataturkê hat kirin de daxuyaniyek hat belavkirin.
Erdogan di daxuyaniya ku belav kir de derheqê êrîşê de wiha destnîşan kir: “Em li bendê ne ku welatên rojava bi birêvebiriyên xwe, bi parlementoyên xwe, bi çapemeniyên xwe, bi saziyên xwe yên civakî yên siwîl li dijî vê lîstika rêxistinên terorê êdî helwesteke biqerar nîşan bidin.”
Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe di ji Xwedê ji kesên mirî re rehm û ji kesên birîndar re jî şifayê teleb kir û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di vê meha Remezana mibarek de ev bûyera ku qewimî nîşan dide ku teror bêyî ku baweriyan bide ber çav û bêyî ku di nav qurbaniyên xwe de cudahiyê bike hereket dike. Bombeyên ku li Stenbolê teqiyan dibe ku li bajarekî din a cîhanê jî biteqiya.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Ez temenî dikim ku êrîşa Balafirgeha Ataturkê ewil welatên rojava û bila li hemû dinyayê ji bo mucadeleya hevpar a ku dê dijî rêxistinên terorê bê dayîn bibe destpêkek û qonaxek.”(ÎLKHA)