• DOLAR 32.543
  • EURO 34.875
  • ALTIN 2430.052
  • ...
Ji Cemiyeta Mustezefan peyama Şêx Seîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezefan bi minasebeta salvegera sala 91 yekemîn a îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî peyamek weşand.

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ku nêzê qernekê berê li Mislimanan zext û zulm dihat kirin û ev jî dibû sedema kul, jan û kederê. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Dema ku dîrok 29ê Hezîrana 1925an dida nîşandan gelê Diyarbekirê şahîdiya jan û kovandariya zilm û qetlîamekî mezin kir. Bi biryara kêfî û bê hiqûqî ya ku Mehkemeyên Îstîklalê da alimek Îslamê û 46 hevalên wî derêxistin ber dara îdamê. Şêx Seîd û hevalên wî yên ku li dijî bûna rojavayî bûn û razî nebûn ku civaka Mislimanan dûçarê zulmê bibe wan birin ber dara îdamê.”

 “Kesên ku ji qadroya rejîmê bûn ji nirxên civakê re şer kirin û polîtîkayên dejenerebûn û asîmîlasyonê tetbîq kirin”

Di peyamê de bal hat kişandin ku rêberên Mislimanan wek zanîn hatin qetilkirin. Dûvre wiha hat diyarkirin: “Qadroyên damezrênera rejîmê yên ku laîqtî û hişmendiya dewleta neteweyî dipejirandin û bi makeqanûna 1924 an îbareya ‘dînê dewletê Îslam e’ ji makeqanûnê derxistin ji nirxên civaka Mislimanan re şer kirin û polîtîkayên dejenerebûn û asîmîlasyonê tetbîq kirin. Ev hişmendiya ku li gelek derên Tirkiyeyê zulm dikirin çawa ku gelê Misliman mexdûr kirin bi heman şiklê gelek ya rîsipî û alimên civakê jî şandin sirgûnê an jî wan avên girtîgehê an jî îdam kirin. Ji bo nimûneya herî mezin a vê bûyera ku qewimî 91 sal berê li Diyarbekirê hat dîtin. Bi taybet Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku gelê Kurd jibîr nake hatibûn şehîdkirin.”

 “Mixabin em îro rasterast dibînin ku tovê îfsadê şîn bûye, fitne û fesadî derketiye holê”

Di peyamê de hat belavkirin ku tovê ku 100 sal berê hatibû çandin îro civakê îfsad kiriye. Peyam wiha hat domandin: “Civaka Mislimanan bê rêber û pêşeng hêştin û hewl dan ku gor xwe eyar bidin civakê. Wekê Şêx Esed Erbîlî, Atif Xoceyê Îskîlîpî, Xoce Suleyman Hîlmî Tunahan gelek alim, rêberên gel ji civakê hilgirtin. Civakê bê rêber hêştin ku nezan û cahil bimînie. Mixabin em îro rasterast dibînin ku tovê îfsadê şîn bûye, fitne û fesadî derketiye holê. Em dibin şahid ku hinek kesên bijarte di kêf û şahiyê de ne û mezlûm û mustezef jî perîşan in. Me dît û em dibînin ku bi Mehkemeyên Îstîklalê baweriya miletek Misliman û nasnameya irqê çawa texrîb kirin.”

 “Ji bo zulma ku li Şêx Seîd hat kirin raya giştî hêvîdar e ku dewlet uzr bixwaze û dera ku Şêx Seîd medfûn e were eşkerekirin”

Di peyamê de hat destnîşankirn pêwîst e di çarçova peyama Şêx Seîd ya ku ji gel re şandiye de pêşerojekî were sazkirin. Peyama nivîskî wiha hat diyarkirin: “Divê ku hemî Misliman bi taybet jî gelê Kurd ji bo tekoşîna Şêx Seîdî lêkolîn bikin û vê yekê baş fêm bikin. Divê ku gotina Şêx Seîdî ya wekê ‘Ez ji ber ku hûn min dialîqînin natirsim. Bê şek mirin amin ji bo Xweda û Îslamê ye.’ neyê jibîrkirin û pêşeroj li ser vê peyamê were sazkirin. Ne me û ne jî gel Şêx Seîdê mideris, mutasavif, mufesîr û muhadîs jibîr nekiriye. Mihebeta jê re di gel hemî zextên rêbaz û pergalê zêdetir bû. Ji bo zulma ku li Şêx Seîd hat kirin raya giştî hêvîdar e ku dewlet uzr bixwaze û dera ku Şêx Seîd medfûn e were eşkerekirin. Wek Misliman em îbareyên ku di derhaqê Şêx Seîd de di nav çavkaniyên fermî yên ku li dibistanan de wek ‘îsyanker’  tê diyarkirin qebûl nakin û vê yekê red dikin. Em dixwazin ku demildest gorên Şêx Seîd û Seîd Nûrsî wekê gora Xoce Atifê Îskîlîpî were dîtin.”

 “Divê dewlet bi îxlalên mafê yên ku di vê qernê de kiriye re hevrû bibe”

Peyam wiha hat domandin: “Em tînin bibîranîn sedemên van pirsgirêkên ku di holê de ne ji dijmintiyê diqewime. Em bawer dikin heke ku bi gel û baweriya gel re bihev bikevin dê ev pirsgirêk berteref bibin. Eşkereye heke ku di çarçova heq, edalet û biratiyê de reçetekî Îslamê neyê tetbîqkirin ev nexweşî dê ji holê ranebin û pirsgirêk jî zêdetir bibin. Divê dewlet bi îxlalên mafê yên ku di vê qernê de kiriye re hevrû bibe.”

Di dawiya peyamê de wiha hat belavkirin: “Bi vê minasebetê em dîsa salvegera sala 91 yekemîn a îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî yad dikin û em diyar dikin ku me wan jibîr nekiriye û em dê jibîr nekin. Dawiya doza me ji Xweda re hemd û şukr e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir