• DOLAR 32.388
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.69
  • ...
Di êrîşên ku li Diyarbekirê hatin kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku li navçeya Licêya Diyarbekirê hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 3 esker jî birîndar bûn. Di êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Bismila Diyarbekirê hat kirin de jî çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa ku li navçeya Licêya Diyarbekirê hat kirin de 4 esker birîndar bûn. Eskereke ku di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Xebera êrîşeke din jî ji Bismilê hat. Di êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Bismila Diyarbekirê hat kirin de jî çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da.Êrîş li çawîşekî pîspor ê ku li sîteyên Başakşehîra ku 5 kîlometre ji navçê dûr e  rûdinişt hat kirin.

Li her du navçeyan jî operasyon hatin destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir