• DOLAR 32.579
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2486.942
  • ...
Esnafê ku dikanên wan di bin avê de man ji şaredarîyê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê  xeta Avaspî ya ku ji TOKÎyê derbas dibe di nava heftiyekê de ev bû du caran diteqe.Ji ber teqîna xeta avê dikan di bin avê de man û zirar di wan de pêk hat.

Ji dikandaran kesê bi navê Tarik Kizilçinar di derbarê mijarê de diyar kir ew ji ber vê bûyerê mexdûr bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez mihendis im.Xeta avê ya Avaspî bi şikleke tund teqiya.Digel teqînê av berê xwe da navenda Qoserê.Ji ber vê yekê jî dikanên me di bin avê de man.Em bi hewildanên xwe dixebitin da ki em tiştinan bikin.Yekîneyên şaredarîyê hatin lê pasîf man.Me jî digel eleman û kepçeyên xwe hewil da da ku tiştinan bikin.Me him li seheya xwe rêya avê vekir û him jî ji bo alîkariya xelkê bikin ji wan re rê vekir.Em a niha mexdûr in û em perîşan bûne.Malzemeyên me hatine asta avêtinê.Eleman nikarin bixebitin.Ev bû 2 car ku li vê derê boriya avê diteqe.Lê  heta niha tu tedbir nayên standin.Tên vê derê û li halê me dikenin.Hûn halê me dibînin , bila millet jî halê me bibîne.Qet nebe derfeta me heye, lê ez a niha nexweşxanê difikirim, gelo xeste di bin avê de bimîne Xweda neke ew ê ew nexweş çi bikin?”

Ji karkeran Davut Çîçek jî wiha axivî: “Tu kes halê me napirse.Hemû der di bin avê de maye, em nikarin bixebitin.Heger ku bi vî awayî dewam bike, em ê di vê avê de masiyan bigirin.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir