• DOLAR 32.345
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2302.751
  • ...
Bahçelî di mijara Îsraîlê de rexneke tund li hikûmetê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna komî ya partiya xwe de  axavtinek kir, Bahçelî di axavtina ku kir de di derbarê rojevê de nirxandinan kir û di mijarê lihevkirina Tirkiye-Îsraîl de rexneyên tund li hikûmetê kir û diyar kir şova ‘one minute’  bi dawî bûye.

Bahçelî di berdewama axavtina xwe de êrîşa Mavî Marmarayê bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serokomar çendîn carî Îsraîlê wek dewleta terorê sûcdar kiribû.Îsraîl zarokên Fîlîstînî li ber qeraxa behrê dikuşt.Erdogan jî bi şikleke heqdar vê yekê tenkît dikir, her wiha digot ku îsraîl di warê barbartiyê de ji Hîltler xirabtir e ew ê hisaba van xwînên ku Îsraîl rijandiye wê bê pirsin, ew ê ji cinayetan re temaşeger neyê mayîn, êrîşa Mavî Marmarayê sedema herbê yê.”

“Baş e, kû dera vê hevpeymanê zafer e?Kîjan Îsraîl çok danî?”

Bahçelî diyar kir ku Erdogan berî niha van tiştan digot û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu nabe hikûmet ev bû demek dirêj veşartî bi Îsraîlê re hevdîtinê dike û haya me jê nîne.Madem ew ê tu bi îsraîlê re hevdîtinê kiribana, sulhê kiribana çi hewcê ji ev qas gotinên dijwar û  heqeratan hebû? Baş e, kû dera vê peymanê zafer e? Kîjan Îsraîl çok danî?”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir