• DOLAR 32.592
  • EURO 34.785
  • ALTIN 2410.809
  • ...
Rewşa dilşewat a malbata 8 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Canan Kahramanoglu  li navçeya Tuşbaya Wanê li taxa Yaliyê digel 7 zarokên xwe hewil dide bijî.7 zarokên Cananê jî bi nexweşiya epîlespsiyê ne.Dê Canan digel 7 zarokên xwe hewil dide di bin şert û mercên giran de bijî.Rewşa malbatê dilan dişewitîne.

Dê Karamanoglu diyar kir piştî ku zilamê wê teqawîd bû re ew mala xwe kişandine Entalyayê û ew li wê derê hatine xapandin û piştî vê bûyerê jî mêrê wê malê terikandiye.Dê Canan diyar kir piştî ku mêrê wê malê terikandiye zarokekî wê yê bi nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye û ji wê rojê pê ve rojên bi zehmet û dijwar ji bo wan dest pê kirine.

Dê Canan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew piştî vê bûyerê vegerîyane Wanê û a niha jî ew hewil didin bi 850 lîre debara xwe bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mêrê min berî vê 10 salan teqawîd bû û em çûn Entalyayê.Wî û mûteahîtekî hevdû nas kir.Wî muteahîtî mêrê min xapand û dest danî li ser temamê malê wî.Ji ber vê yekê mêrê min terka me kir.Piştî vê bûyerê ez û 7 zarokê xwe yên ku bi wan re nexweşîya epîlepsiyê heye em bi tena serê xwe li Entalyeyê man.”

Dê di berdewama axavtina xwe de diyar kir qîza wê ya bi epîlepsî hatiye derbkirin û  ji ber vê yekê ew bûye şizofren û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Doktor ji min re got ku tu astengî li ber van qîzên te yên bi epîlepsî nîne û tedawiya bi îlacan ji bo wan bes e.Ji ber vê yekê qîzeke min zewicî.Lê piştî ku zewicî mêr û xwesûya wê lê xistin û wê derb kirin.Ji ber vê yekê qîza min  bû şizofren.Me qîza me razande nexweşxanê û bebeka wê jî di holê de ma.”

Dê Canan piştî ku derd û kulên xwe anî ziman re ji kesên rayedar alîkariyê teleb kir.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir