• DOLAR 32.33
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2296.814
  • ...
 "Min nanê tanûrê firot û vê xaniyê xwe çêkir lê ew jî xera bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 4 rojan li navçeya Mehserta Mêrdînê kesên PKKyî êrîşa  bombeyî birin li ser qereqola cendirmeyan.Di vê êrîşa ku hatibû kirin de gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî malên wan zirar  dîtin. Xazalê Temîza ku di êrîşê de mala wê hilweşiyabû di derbarê mijarê de diyar kir ew bi salana ku nanê tanûrê difiroşe û bi pereyên nanê tanûrê mala xwe kiriye.

Temîz di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel hilweşîna mala wê ev bi xwe jî hilweşiyaye û naçar maye.Temîz her wiha diyar kir heta niha tu kes ji tespîta xisarê nehatiye mala wê û  ew ji kesên rayedar alîkariyê teleb kir.Dê Temîz mexdûrîyeta xwe hewil da ji ÎLKHAyê re bîne ziman.

“Ji bo tespîta xisarê heta niha tu kes nehat”

Xazalê Temîz di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de diyar kir ji bo tespîta xisarê heta niha tu kes nehatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di êrîşê de birîndar bûm, mala min tarûmar bû. Ji bo tespîta xisarê heta niha tu kes nehat.Zilamê min astengdar e û nikare bixebite.Lawekî min 14 salî yê astengdar heye.Min vê malê bi firotina nanê tanûrê kirî.Ez dizanim min bi vê malê re çi kedê xerc kiriye.Lê ka binêrin mala min xistine çi halî.Rebbê min mala wan kesên ku mala min xera kirine xera bike.”

 “Em ji rayedaran alîkariyê teleb dikin”

Temîz di berdewama axavtina xwe de bang li serokwezîr kir û wiha axivî: “Heger ku ez rojekê serokomar bibînim ez ê derdê xwe jê re bînim ziman.Lê ez nikarim wî bibînim. Ez ji vê derê bang li serokomarî dikim.Heta îro ji bo ku ez li zarokên xwe binêrim çi ji destê min hat min kir.Lê belê digel hilweşîna mala min êdî halê min nema, ez mahf bûn.Ez ji we rîca dikim alîkariya me bikin.”

“Digel teqînê şibaka kete li ser dêya min”

Zeynep Temîz jî di  derbarê roja êrîşa bombeyî de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Hemû kes li mitbaxê fitara xwe vedikir.Ji nişka ve bombe teqiya û şibaka kete li ser dêya min.Tiştek bi birayê min nehat lê diya min birîndar bû.Mala me bi temametî hilweşiya, xera bûye.Heta niha bi şikleke fermî tu kes nehat rewşa me, halê me pirs nekir.Ez ji vir bang li serokomar û serokwezîrî dikim.Ez ji we rica dikim alîkariya me bikin.Diya min bi firotina nanê tanûrê vê malê kirî.Weke ku hûn jî dibînin mala me hilweşiyaye.Em jî mehf bûn û a niha li benda alîkariyê ne.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir